Roja Sêşemê, saziyên ewlekarî yên Ukraynayî pûç derxistina hewla kuştina serokê welêt û hin berpirsên payeblind ku bi fermana Moskowê da pêk bihata ragihand.
Ukrayna da zanîn ku saziyên ewlekariyê du efserên gumanbar girtine ku bi amadekirina kuştina hin berpirsên payebilind yên Ukraynî di nav de Serok Volodymyr Zelensky ku bi fermana Mosko da were kirin tawanbar in.
Saziyên ewlekarî yên Ukraynayê di daxuyaniyekê de got ku wan "toreke sîxurên" girêdayî Saziya Ewlekariya Federal a Rûsyayê "ku amadekariya kuştina serokê Ukraynayê dikirin" hilweşand.
Saziyên Ukraynayî herwiha gotin ku "karbidestên payebilind" yên din yên di warê leşkerî û siyasî de jî armanca wê planê bûn, wek serokê saziya Îstîxbarata Leşkerî, Kirilo Budanov.
Karbidestên Ukraynayê piştrast kirin ku her du bergumanên hatine girtin "du kesên bi pileya kolonel in," di saziyên hikûmetê û ewlekariya welêt de berpirs in.
Ukrayna piştrast kir ku wan dixwest xwe endamên Artêşê yên "nêzîkî sazûmana ewlehiyê" ya Serok Zelensky razî û seferber bikin jibo ku "wî (Zelensky)rehîne bigirin û wî bikujin", li gorî rayedarên Ukraynayê.
Wan got ku ev tora ajanî "di bin çavdêriya" Dezgeha Ewlekariya Federal a Rûsyayê de bû û her du karbidest bi "ragihandina agahiyên nepenî" bo Rûsyayê weke gumanbar hatin girtin.
Servîsên ewlekarî yên Ukraynayê piştrast kirin ku yek ji endamên wê torê dron û teqemenî bi dest xistine bi armanca cibicîkirina planê. Ukrayna gelek caran hewildanên kuştina serokê xwe û karbidestên din yên payebilind şermezar kir.
Li gorî dozgerên Polonî û Ukraynî, di meha Nîsanê de, zilamek ku tê guman kirin ku alîkariya îstîxbarata Rûsî kiriye ku êrîşek li dijî Zelensky amade bike, lê ew kes li Polonyayê hate girtin.
Rûsya gelek caran bi jehrîkirina dijberên Kremlînê li navxwe û derve hatiye tawanbar kirin, lê ew her tim wan tawanbariyan red dike.
Ji hejî bîrxistinê ye ku Reuters li gor Ajansa nûçeyan a dewletê TASS roja şemiyê ragihand, ku Rûsyayê dosyayeke tawanan li dijî Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy vekiriye û ew xistiye nav lîsteya lêgerînê, ev daxuyanî Ukraynayê wekî delîlên "bêhêvîtiya Moskowê" red kir.
TASSê ragihand ku datayên Wezareta Navxweyî ya Rûsyayê nîşan dide ku Zelenskiy di lîsteya lêgerîn û kesê ku tê xwestin de ye, lê ti hûrgiliyên zêdetir nedan.
Wezareta Derve ya Ukraynayê diyar kir ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bixwe li gorî biryara Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî wek tawanbar tê xwestin.
Jêder: AFP/Reuters