Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskiyy Dibêje Ewê Dijî Rûsya Serketî Bin


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiyy
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiyy

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiyy îro Duşemê bo salvegera têkçûna Almanya Nazî ya di Şerê Cîhanê yê Duyê, peyameke vidyoyî belav kir û wî soz da ku Kîev wê dagirkerîya Rûsya têk bibe.

Zelenskiyy, mirina zêdetirî 8 mîlyon Ukraynî yên di Şerê Cîhanê yê Duyê de bi bîr xist û got ku Kîev wê rê nede Moskowê ku serfirazîya dijî Nazîzmê têke para xwe.

"Îro em Roja Serfirazîya dijî Nazîzmê pîroz dikin. Em bi bav û kalên xwe serbilind in ku bi gelên din re di nav hevalbendîya dijî Hîtler de Nazîzm têk birin. Û emê nehêlin kes vê serketinê dagi bike. Emê destûrê nedin ku xwedî li wê yekê derkevin,"Zelenskyy got.

Wî herwiha di peyama xwe de soz da ku Ukrayna di demek nêz de wê bibe xwedîyê du Rojên Serfirazîyê.

"Di Roja Serfirazîya dijî Nazîzmê de, em bo serfirazîyeke nû têdikoşin. Rêka me pir dijwar e, lê ti gumana me tune ye ku emê bi ser bikevin," Zelenskiyy got.

Serokê Ukraynî an ziman ku Rûsya ji Şerê Cîhanê yê Duyê, ti ders negirtiye.

"Ti zencîrên ku bikaribe ruhê me yê azad girê bide tune. Ti dagirkerekî ku bikaribe li ser axa me ya azad cih bigire nîne. Dagirkereke ku karibe li ser gelê me yê azad desthilatdarîyê bike nîne. Zû yan dereng em bi ser dikevin, " Zelenskiyy got.

Zelenskiyy bi berdewamî dest nişan kir ku "Em wê demê bi ser ketin. Emê niha jî bi ser bikevin."

XS
SM
MD
LG