Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îdo Babeşêx: Civata Ruhanî bi Biryarekê Nikare Zarokên Dema Koletîya DAIŞ'ê Çareser Bike


Zarokên Êzîdî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne, li DAIŞÎyên dîlgirtî dinêrin
Zarokên Êzîdî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne, li DAIŞÎyên dîlgirtî dinêrin

Civata Bilinda Ruhaniya ya Êzîdîyan dibêje ku mebesta wan ji daxuyanîya berî niha de newergirtina zarokên ku bavên wan endamên Komela Dewleta Îslamî (DAIŞ) in, zarokên Êzîdî ku wenda bûne.

Lê, gelek layen bawer dikin ku jiber dijatîkirina biryarê ji alîyê êl û eşîretên Şengalê, civat ji biryara xwe poşîman bûye.

Îdo Babeşêx dibêje ku bi tenê dayikên wan zarokan û malbatên wan dikarin biryarê bidin ka zarokê ku bavên wan DAIŞî bûn, wergirin yan na.

"Li gor qanûnên Îraqê zaro li ser nav û ola bavê tê tomar kirin. Eger yek bixwaze zarokên DAIŞ'ê xweyî bike, divê wan qanûna biguhere."

Babeşêx ku kesekî nêzîkî mezintirîn rêberê olî yê Êzîdîyan Babeşêx e, û endamê bere yê parlamanê herêma Kurdistanê ye, bang li rêxistin û welatên demokratxwaz kir ku wan jin û zarokan li cem xwe bihewînin û bijarê bidin dayikan zarokên ji encama koletiyê xweyî bikin yan na.

Wî got ku ev kar bi biryara Civata Ruhanî çareser nabe.

Ido Babesheikh
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:13 0:00

XS
SM
MD
LG