Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: 8000 Zarok di Pevçûnan de Hatin Kuştin yan Birîndar Kirin


Qurbanîyekî zarok li nexweşxaneya Afganistanê
Qurbanîyekî zarok li nexweşxaneya Afganistanê

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres rapora salane ya bi navê ‘’Zarok û Pevçûnên Çekdarî’’ ragihand. Li gor raporê, par di pevçûnên çekdarî de, ji 8000 zêdetir zarok li seranserê cîhanê hatin kuştin yan birîndar kirin.

Raporê da zanîn ku 3512 zarok li Afganistanê hatine kuştin yan birîndar kirin. NY’ê dîyar kir ku ew hejmara herî bilind ya dîroka Afganistanê ye.

NY’ê da zanîn ku li Yemenê 1340 zarok hatine kuştin yan birîndar kirin; ew hejmar li Sûrîyê jî 1299 e.

Guterres dîyar kir ku Eş-Şebab, Boko Haram, DAIŞ û Talîbanê, ji 6800 car zêdetir mafên zarokan binpê kirine.

Berdevkê Guterres, Stephane Dujarric dîyar kir ku kuştina 8000 zarok ji alîyê NY’ê ve nayê qebûl kirin û da zanîn ku Sekreterê Giştî yê NY’ê hember hejmara zarokên kuştî şok bûye.

XS
SM
MD
LG