Zarokên Efrînî ku li penageha Şehba derbider in, di nava şert û mercên dijwar de fêrbûna xwe bi zimanê dayîkê didomînin.
Bi hezaran zarok mîna ku bixwazibin şîreta helbestvan Cegerxwîn pêk bînin, gava ku dibêje: (Xwendin Nebe Kes Naçe Pêş … Peyda Dibin Pir Derd Û Êş), ew zarok guh nadin zehmetîyan û bi rijd û vîn berê xwe didin dibistanê.
Pirtir ji 16 hezar şagirt û xwendekar di her sê qonaxên xwendinê de, rojene berê xwe didin dibistanê, ku dîmenên li ser rêya wan, yan konên kampan in yan jî xanîyên kavilkirî ne, ku di şerê rizgarkirina deverê ji DAIŞê de, hatine rûxandin.
Zarokên ku dûrbûneke ne hindik derbaz dikin daku bighên dibistanên xwe, di werza zivistanê de bi serma û herîyê re azarên pirtir dikşînin.
Herwiha rewşa dibistanên ku zarok lê fêr dibin, pir ne cuda ye, ku jê 5 li kampan in bi giştî 67 dibistan li deverê hene.
Di vê derbarê de Komîteya Perwerdeyê ya herêma Efrînê dide zanîn ku, piranîya dibistanan kavil bûn, ew ji mayînan paqij kirine û avahîyên wan sererast kirine.
Komîte dîyar dike ku karê wan di sererastkirina dibistanan de berdewam e, lê hîn pêwîstî gelek in, çimkî tiştên gerek bi hêsanî peyda nabin ku dever dorpêçkirî ye, loma li pir gundên ku dibistana lê hatibe rûxandin, xanîyek ya dîkanek veguherîne xwendingeh.
Dor zehmetîya zarokên ku dûr ji dibistanan niştecî ne û rêyeke dirêj derbaz dikin di çûn û hatinê de, komîte dibêje ku ew hewl dide jibo veguhestina wan zarokan çareserîyan di zivistanê de bibîne.
Zehemtîyeke din ku zarok di pêvajoya xwendinê de pêre rûbirû dimînin ew e ku, pir gundên deverê rastî topbaranê ji alîyê Tirkîyê û çekdarê bi ser wê ve tên, loma ev yek tirsê li cem zarokan peyda dike û pirî caran xeterî li jîyana zarokan çêdibe.
Zarokên Efrînî ku ji cîwarê xwe derbider bûne, li penabertîyê di fêrbûna xwe ya bi zimanê Kurdî de berdewam in, tevî hemû zor û zehetîyan di her gavekê de li ser rêya dibistanê armancek wan zarokan heye, ne tenê zanist û hînbûn e lê dûrneketina ji vegera Efrînê ye jî.