Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanya Peymana Navokî ya bi Îranê û Rewşa Kargeha Zaporizhiya Gotûbêj Kir


Qesra Sipî bi daxuyanîyeke ragihand ku rêberên Amerîkî, Brîtanî, Fransî û Almanî roja Yekşemê bi rêka telefonê hewlên ser vejandina peymana navokî ya Îranê ya 2015’an gotûbêj kir.

Qesra Sipî dîyar kir ku çar rêberan bi taybet ser berdewamîya danûstandinên ser peymana navokî axifîn.

Qesra Sipî ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden, Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz û Serokê Fransa Emmanuel Macron xebatên hevpar yên bo xurtkirina piştgirîya bo hevkarên li herêma Rojhilata Navîn nîqaş kirine.

Wan herwiha gavên bi armanca pêşîgirtin û sînordarkirina çalakîyên Îranê ku li herêmê bêaramîyê çê dikin jî gotûbêj kirine, lê Qesra Sipî hûrgiliyên zêdetir eşkere nekir.

Dîsa, Biden, Johnson, Scholz û Macron ewlehîya navendên navokî yên li Ukrayna jî nîqaş kiriye.

Qesra Sipî got ku çar rêberên cîhanî dijî dagîrkirina Rûsya ser piştgirîkirina Ukrayna pabendbûna xwe ya domdar dubare kir.

Wan herwiha pêşwazîya gotûbêjên vê dawîyê yên ser santrala navokî ya Zaporizhiya kirine, serdana tîmên Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomê (IAEA) ya bo çavderîya li Zaporizhiya.

XS
SM
MD
LG