Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zubeyîr Aydar: Derîyê Me ji Dîyalogê re Vekirî Ye


Cizre
Cizre

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Serokê Kongra-Gel Zubeyîr Aydar, êrîşên esmanî yên Tirkîyê hember PKK, peyvajoya aştîyê li Tirkîyê jî nav de mijarên girîng yên Kurdan dinirxîne.

Birêz Aydar dibêje, kesê ku dawî li peyvajoya aştîyê anîye Erdogan e û ew dixwazin vê peyvajoyê berdewam bikin.

"Bakurê Kurdistanê di rewşeke nav şer de ye. Tirkîye bi awayekî piralî êrîş tîne ser Kurdan û gelê Kurd jî li ber xwe dide."

Aydar dibêje, êrîşên dewleta Tirk ne tenê li ser gelê Kurd e, lê tevahîya dezgehên wan yan li Tirkîyê jî dibin armanc û rewş ber bi xirabûnê ve diçe.

Aydar dîyar dike ku şer ne bijara wan e jiber ku Kurdan dixwest peyvajoya aştîyê berdewam bike.

“Hikûmeta Tirk ji meha Adara vir ve dawî li dîyalogê anî û amadekarîya şerekî mezin dikir. Tiştên ku niha çêdibin gîş sîyaseta hikûmetê ne ku Erdogan bikare ser desthilatê bimîne.”

Zubeyir Aydar_JD_9_16_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:47 0:00

XS
SM
MD
LG