Bi helkefta roja penaberan ya nêvneteweyî, Encumena Scottish ya penaberan rojnamevanek Kurd destnîşan kir jibo nirxandina berhemê rojnamegeriya bikolkariyê (investigative) de li Birîtaniya kû naverokê berhemên wan pirsên penaberan bûn .
Zozan Yeshar, rojnamevan û derhênera filîmên Dakiyûmantirî du ji wan xelat kirin jibo kû wan ronahî xist ser derdê penaberan û civakên xwe.
Li demekî rojnamevan beşekê karîgerê piroseyê demokrasiya welat û civaka ne, gelek rojnamevan rû dikin welatên rojava jiber berteng kirina azadiyan, lê Zozan Yeşar dibêje, piranî ew rastî astengan dibin jiber rewşa aborî û astengên ziman. Digel wan astengan, car caran hinek rojnamevan cihê xwe digrin û berhemên wan guhrînan di afirîn in.