Hêzên ewlekarî yên Tirkîyê di 14’ê Sibatê de li bajarê Wanê pêşîya otomobîla parlamanterê Partîya Demokartîk a Gelan (HDP) yê Wanê Murat Sarisaç birîbû.
Endamê meclîsa HDP’ê Yunus Durdu ji otomobîla Sarisaç hatibû derxistin û dû re hatibû desteser kirin.
Ev bûyer di çapemenîya Tirkîye de wek "Di otomobîla parlamanterê HDP'ê de terorîstek hat desteser kirin " hat parve kirin.
Piştî wê bûyerê jî Serdozgerîya Komarî ya Wanê derheqê parlamanter Sarisaç de bi îdiaya “alîkarîdayîna Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û “dijhatina karbistên dewletê yên li ser kar” lêpirsîn da destpê kirin.
Navenda HDP’ê jî li ser van îdiayan daxuyanîyek belav kir û got ku li hember parlamanterê wan komplo têne meşandin.
Sarisaç îdiayên karbidestan bi zimanekî tund red kir û got ku Durdu endamê meclîsa partîya wan e û wî tim bi awayekî vekirî xebatên partîyê dimeşandin.
“Jixwe di dîmen û wêneyên ku hatine weşandin de jî avayekî zelal xuya dibe ku çawa bi me re tevli civîna bûye. Lê, mixabin ew bi avayekî nehiqûqî hate desteser kirin. Nûçeyên hatine belav kirin jî ji navenda îstixbarata Tirkîyê hatine weşandin.”
Sarisaç dîyar kir ku ew dê li hember tawanbarkirina serî li rêyên hiqûqî bidin û mafê xwe û gelê Kurd biparêzin
Hêjayî bîr xistinê ye ku berî 15’ê Sibatê, ku salvegera 21’an ya radestkirina rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ji Tirkîyê re ye, li hejmareke bajarên Kurdan hêzên ewlekarîyê operasyon pêk anîbûn û nêzî 450 kes desteser kiribûn.