Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YSP Dibêje di Hilbijartinan de Wê Gel Berbijarên Xwe Dîyar Bike


Dîmeneke ji kombûneke Partîya Çep ya Kesk (YSP) (Arşîv)
Dîmeneke ji kombûneke Partîya Çep ya Kesk (YSP) (Arşîv)

Partîya Çep ya Kesk (YSP) roja Seşemê bi daxuyanîyeke nivîskî encam û biryarên ku di “Konferansa Mezin” ya di 10 - 11'ê Îlonê de, li Enqerê hat dar darxistin bi bîragiştî re parve kirin.

"Bi mîrateya dîrokî û bi hêz ya ku me ji tecrûbên têkoşînê wergirtîye, Em û gelê xwe wê bibin pêşengên guhertîna sîyasî-civakî û siberojeke azad û wekhev ava bikin," di daxuyanîyê de hat gotin.

Daxuyanîya ku nexşerêya xwe ya sîyasî wek “Rêya me rêya sêyê ye,“ pênase dike, îro piştî civîna Lijneya Rêvebirêya Navendî (MYK) ya YSP ya hat eşkere kirin.

Di civîna MYK’ê de pêyvajoya sîyasî, nirxandina civînên gel, konferansan, polîtîkaya tifaqan û amadekarîyên kongreya giştî ku wê di Cotmehê de were darxistin, hatin nîqaşkirin.

Partîya Çep ya Kesk (YSP), Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Partîya Heremên Demokratîk (DBP) û pêkhatîyên wan yên wek meclîsên jin û ciwanan, ev 3 mehên di civînên gel bi hilbijêrên xwe re encamên hilbijartinên 14-28'ê Gulanê nirxandin.

Di vê pêvajoyê de wan bi zedeterî 50 hezar kesan re hevdîtin kirin, encamên hilbijartinan hnîqaş kirin, lê rexne û pêşnîyarên ji hilbejeran rojeva serekî yên wan civînan bû.

Piştî civînên gel, karbidestên YSP’ê bi rêzek komxebatan pêyvajo nirxandin, rexne û pêşnîyarên ji gel berhev kirin û wek raporteke amade kirin.

Hevserokê Partîya Heremên Demokratîk (DBP) û Parlementerê Batmanê Keskîn Bayindir ji Dengê Amerîka re ragihand ku tevî hemû givaştinên desthilatdarîyê encamên hilbijartinan jibo wan peyameke pir girîng û watedar bû.

"Me bi civînên gel hewil da ku rexnedanên xwe bidin, kemasîyên xwe derxinîn holê û peyama gelê xwe bi rengekî xûrt fêhm bikin da ku rêgeha sîyaseta xwe li gor wê peyamê jinûvê dîyar bikin, " Bayindir ji Dengê Amerîka re got.

Hevserok Bayindir dîyar kir ku xalên mîna di bi civakê re têkilîyek têr û xurt avanekirin, navendîbûn, burokrasî, kêmasîyên bîrdozî di civînên gel de wek rexneyên herî girîng derketine pêş.

Qonaxa dawîn ya pêvajoya ku piştî hilbijartinan hatibû destpêkirin konferansa 10-11'ê Îlonê de ya li Enqerê bû.

YSP’ê herî kêm bi qasî kongreya giştî girîngî da wê konferansê ku jixwe şirovekar, pispor û hilbijerên wê bi xwe bi baldarî ev pêyvajo dişopandin.

"Dema ku em xwe û sîyaseta xwe, bi armanca rûbirûmayîna encamên encamên hilbijartinê, di pêyvajoya jinûve avakirinê de da dest pê kirin; biryardarî û hêvîya me ya demokratîkkirina sîstema zordar, totalîter jî hevdem zêde dibe."

Di vê konferansê de raportên komxebatan hatin nîqaşkirin û 24 biryar hatin wergirtin ku wê di kongreya mezin ya Cotmehê werin pêşkêş kirin.

"Me di konferansa 10 - 11 Îlonê ji alîyekî ve nexşerêya partîya xwe dîyar kir û ji alîyê din ve jî gelek biryarên girîng wergirtin ku ser siberoja Tirkîyê wê bandoreke mezin bikin," Bayindir ji Dengê Amerîka re got.

"Berbijarên hilbijartinên giştî û herêmî wê ji hêla gelê me ve were destnîşan kirin," wek biryara herî herî girîng ya wan 24 biryaran derdikeve pêş.

Hevserokê DBP’ê Bayindir destnîşan dike ku ew têgiheştine ku di şêwaza destnîşankirina berbijaran da, jiber gelek sedaman ew ketine kemasîyan û gel jiber wê rewşê aciz bûye.

Di daxuyanîya de hevdem ser destnîşankirana berbijaran jî biryareke hat eşkere kirin.

“Di destnîşankirina berbijaran de bi beşdarîya endam, pêşengên bawerî û raya giştî, rêxistinên giştî, demokratîk û sivîl, dayikên aştîyê, komele û platformên ku malbatên kesên ku xizmên xwe hinda kirine, pêkhateyên opozîsyona civaka demokratîk, rêbaza demokratîk ya piralî wê bingeh were girtin, ku gel bi tevlêbûna herî zêde bikarebe vîna xwe bide xuya kirin,“ di daxuyanîyê de hat gotin.

Herwiha wek biryarek berdewam hat ragihandin ku bo peydakirina hewcedarîyên sîyasî û nûnertîya wekhev wê kota (hejmareke destnişankirî) were dayînî navenda giştî ya partîyê.

Parlementer Bayindir da zanîn ku rêgez û prensîbên destnîşankirina berbijaran wê bi du rêziknameyan di kongreya di Cotmehê de were pêşkeş kirin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku di hilbijartinên herêmî yên di Adara 2024’an de rêya bersîveke xurt ya ji ‘rejîma qayuman’re vegerandina rêvebirîyên herêmî ye bi berbijerên bi hêz, rast û piştgirîya gel e.

Karanîna biryara nû ya destnîşankirina berbijaran wek rêka tekane ya qezenckirina hilbijartinên Adara 2024’an hat pênase kirin.

“Emê ji muxtarê taxê bigire heta berbijarê hevşaredarîya bajêr di hemû astan de wê biryarê bi kar bînin," Bayindir ji Dengê Amerîka re got.

Di Kongreya 2 du rojî de YSP’ê nexşerêya xwe ya sîyasî wek “Rêya me rêya sêyê ye” pênase kir.

Cîgira Serokê Koma Partîya Çep ya Kesk Meral Daniş Beştaş û Parlementera Erziromê Meral Danış Bestaş ji Dengê Amerîka re ragihand ku rêya sêyê hem sîyeseta hemberî sîstema heyî û hem jî hemberî statuko ye.

“Pirsgirikên Tirkîyê binyatî ne: em alîgirê ne sîstema heyî, ne jî statukoyê ne. Em bi rêka tekoşînê hewil didin çareserîyên binyatî bibînin. Rêya sêyê bi kûrtahî ev e,” Beştaş ji Dengê Amerîka re got.

Parlemanter Beştaş dîyar kir ku niha li Tirkîyê desthilatdarîya AKP-MHP xwedî helwesteke parazvana sîstema heyî, statukoyê, kevndar û konservatîf e.

Beştaş bi berdewamî bal kişand ku alîyê din yan opozîsyon jî bi guherînên piçûk restorasyona sîstemê wek bingeh digire û bi rastî li gor destnîşankirina desthilatdarîyê sîyasetê dike.

“Em ne ji wan her du yan in. Partîya me sîyaseta guherîna binyatî û veguhezînê bingeh digire û pêşengîya wê perspektîfê dike. Wateya rêya sêyê ev e,”Beştaş ji Dengê Amerîka re got.

Sîyasetvana YSP’ê herwiha ser tevahîya biryarên ku wan di kongreyê girtine ragihand ku bi hînkirinên pêyvajoya hilbijartinan û rexne-rexnedayînê, di serdama nû de ewê dîsa û xûrttir bimeşin.

“Niha karîgerkirina biryaran e, karanîna wan ya li qadê ye ku emê bi biryardarî wiha bikin. Armanca me belavkirin û civakîkirina rêya sêyê ye. Emê bi hemû hêza xwe bibin pêşengê gel e xwe û çi berdêl hewce bike emê bidin,” Beştaş got.

Pêvajoya nirxandina encamên hilbijartinan û biryarên YSP ji alîyê pispor û şîrovekarên sîyasetê ve jî bi baldarî tê şopandin.

Berpirsê Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC) Reha Ruhavioglu ji Dengê Amerîka re ragihand ku niqaş û biryarên ku HDP, DBP û YSP’ê di hemû civîn û konferansên nişan dide ku wan tevahîya pêyvajoyê dane ber xwe.

Ruhavîoglu biryarên nû didin xuya kirin wê YSP’ê di hilbijartinên heremî de bi giştî pirtir baldar be, bi taybet jî di ware destnêşankirina berbijaran de.

“Lê, em dema ku bi rengekê giştî li belgeya biryarên konferansa herî dawî dinêrin, em dibînin ku bi gelemperî xetên sîyaseta ku wan dîyarkiribû careke din hatîye xêz kirin. Lê, em bi taybet hê nabînin ku guherînên ku têne behs kirin wê çawa werin karîgerkirin,“ Reha Ruhavîoglu ji Dengê Amerîka re got.

Şîrovekar Ruhavîoglu herwiha dîyar kir ku ew bi rastî di heman belgeyê de çareserîyen pirsgirêkên navxweyî yên partîyê jî bi rengekî berçav nabînin, yên wek seroktî, mekanîzmayên biryargirtinê û sîya çekan ya di sîyasetê de.

“Ev xalana wek mijar yan pirsgirêkên girîng hê jî li ortê ne. Ez bawer nakim ku beyî pênasekirin û çareserkirina wan xalan di HDP-YSP’ê berfirehbûneke mezin pêkan be,” Ruhavîoglu ji Dengê Amerîka re got.

Wî bal kişand ku mijarên hatine nîqaş kirin û biryarên hatine eşkerin û dîyar kirina vîna guherînê girîng û hêvîdar e.

“Dîyarkirina vînê jixwe her tim hebû. Lê, ya herî girîng bo bandorbûna vê vînê dîyarkirina stratejî, rêk û amûran e,”Ruhavîoglu got.

Hejayî gotinê ye ku tevî vê yekê, tevahîya 24 biryarên ku hatine wergirtin wê di Kongresa Giştî ya YSP’ê ya di Cotmehê de werin pêşkeş kirin û bo erêkirina fermî wê dengdanek were kirin.

XS
SM
MD
LG