Partîya Çep ya Kesk (YSP) wê di nav meha Cotmehê de konreya xwe ya mezin çêbike.
Rêvebirên YSP’ê radigîhînin ku di vê konreyê de ewê hem hevserokan hilbijêrin, hem jî navê Partîya Çep ya Kesk biguherînin.
Wek amadekarîya kongreyê, jimareke konferans hatin kirin û gelek mijar hatin nîqaş kirin.
Rêvebirê Giştî yê Kompanîya Lêkolînê, Rawest Roj Esîr Gîrasun dîyar dike ku di nava sîyasate Kurdî de krîzeke sîyasî heye.
“Di lêkolînên me de jî dîyar dibin ku di nav sîyaseta Kurd de krîzeke mezin heye û em nizanin ku rêveberî sîyaseteke çawa dimeşîne. Cara yekê ye ku sîyaseta Kurd bi pir namzedîyê derdikeve pêş. Wek nimûne parlamenterê Antalya yê HDP’ê yê berê Kemal Bulbul namzedîya xwe dîyar kir.”
Gîrasun hêleke de behsa valahîya hevseroktîyê dike, di hêla din de jî di warê rêvebirinê de kêmahîyan destnîşan dike.
Sîyaseta Kurd cara yekê di sala 1990’an bi Partîya Ked ya Gel (HEP) dest bi jîyanê kiribû û heta Partîya Çep ya Kesk (YSP) didome.
Ev 33 sal in ku ev kevneşopîya vê sîyasetê didome. Di dema kongreyan de pir kesan xwestîye ku bibe serok an jî hevserok, lê cara yekê ye ku kesek rasterast namzedîya xwe eşkere dike.
Dengê Amerîka xwe gîhand Kemal Bulbul û ji wî pirsî ku gelo ew çima dixwaze bibe hevserokê YSP’ê.
“Ez 30 sal in ku di nav vê têkoşînê de me. Kedeke min di vê derê de heye. Berî her tiştî ez di nav dîroka vê partîyê de hatime û vê derê jî pir baş nas dikim. Min 30 sal ked daye, ev yek ne hindik e. Ez bawer dikim ku di birêvebirina Partîya Çep ya Kesk de feyda min wê gelek be.”
Bulbul, di dema HADEP’ê de Seroktîya rêxistina bajarê Enqerê kiribû. Gava Serokê Giştî yê HADEP’ê Murat Bozlak û rêvebirên din yên HADEP’ê hatibûn girtin, demekê Bulbul cîgirîya Bozlak jî meşandibû.
“Divê em bizanin ku hêza sîyaseta Kurd ji tê. Sîyaseta Kurdî ya legal 33 sal li pey xwe hîşt. Heke îro em dikarin behsa sîyaseta Kurd bikin, ev bi dîrokê ve girêdayî ye. Divê di sîyaseta îroyîn de em ji HEP’ê heta YSP’ê çi bûye bizanin. Ger em di vî warî de agahdar nebin, em nikanin ku sîyaseteke xurt bimeşînin. Ez bi xwe bawer im û dikanim ku van faktorên gîş bidim berçav û sîyasete berfireh bimeşînim.”
Li gor Bulbul, sîyaset ne tenê tiştekî rojane û reelpolîtîk e. Ew bawer dike ku ger sîyasetek were meşandin, pêdivî bi mînakên dîrokî û kesîtîyên dîrokî jî hene:
“Tiştekî gelek hêsan bipirsim, gelo Kurd hêza xwe ji kê yan jî ji çi digirin? Em Kurd ji dîroka kevnare heta niha me çi kirîye ji wan hêz digirin. Heke em demeke nêzîk bidin ber çav, hêza Kurd ji Qazî Mihemed, ji Mele Mistefa Barzanî, ji Şêx Mehmûd Berzencî, ji Şêx Saîd, ji Seyît Riza û rêber û aqilmendên Kurdan tê. Ev tevahî jî dîrok in û heman demê de jî rê û rêbazan nîşanî me didin.”
Piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê, Kurdan li ser sîyaset û çalakîyên HDP û YSP’ê rexnêyên tund kirin. Di konferansa mezin ya YSP’ê de, ku li Enqerê hate çêkirin, ev rexne dubare derketin pêş. Bulbul gava vê yekê dinîrxîne ew jî behsa kêmahîyên rêvebirinê dike:
“Li gor min sîyaseteke teknîkî tê meşandin, sîyaseteke îdeolojîk ku bandor vede, nayê meşandin. Wek mînak, tenê dibêjin pirsgirêka Kurd heye, lê jibo çareserkirînê ti stratejî yan gaveke berbiçav dîyar nakin. Tenê gazincê ji desthilatîya Tirkîyê dikin, lê di warê gavavêtinê de yan jî rêyeke nû de ew nikarin ku livîneke çêkin. Ez çi dibêjim, Hewc eye ku em bibin rêxistineke gavavêtin û çareserîyê.”
Bulbul, cara yekê endamtîya xwe li bajarê Antalyayê di cîvîneke girseyî de dîyar kir. Bulbul radigîhîne ku piştî ku wî berbijarîya xwe dîyar kir, ti bertêkên neyênî ji wî re nehatiye û kesên ku bi wî re dipeyîvin namzedîya wî erênî dîbînin.
“Ez Kurdekî ji Melêtîyê me. Lê hemû Kurdistanê jî dizanim. Berî her tiştî Kurdistan dilê min e, rûhê min e, mêjîya min e. Ez Tirkîyê jî dizanin û dikarim ku sîyaseteke bi giştî, ku feyda wî bigîhîje mirovahîyê bi rêve bibim. Di vî warî de jî dixwazim xizmet bikim loma min namzedîya xwe dîyar kir.”