Komsîyona Bilind ya Hilbijartinê ya Tirkîyê (YSK) biryara pêwîstekî ya betalkirin û nûkirina hilbijartinê Şaredarîya Bajarê Mezin yê Stenbolê eşkere kir.
Biryar bi 7 dengên erê beramber 4 dengên na hate dayîn.
YSK’ê di vê biryarê de dîyar kir ku 377 kesên ku nikarin deng bidin, di hilbijartinê de deng dane û di 6 sindoqan de, li şûna kesên mirî deng hatiye karanîn û di 6 sindoqên din de jî andiqî de kesên ku bi Biryarnameya di Hikûmê Qanûnê de hatine dûrxistin, erk girtine.
“Di 58 sindoqan de, li şûna kesên ku li girtingehê ne, deng hatiye dayîn û li cîhê 224 kesên astengberên hişî, deng hatine dayin. Hin serokên sindoqan bi awayê nêqanûnî hatine erkdar kirin.”
Piştî biryara YSK’ê li Tirkîyê hiqûqnas bûn dû beş. Hin dibêjin biryar sîyasî ye û hinekên din jî dibêjin ku biryareke pêwîst û hiqûqî ye.
Cîgirê Serokê Gişti yê CHP’ê Faîk Oztirak got ku ew biryar ne hiqûqî lê, biryareke sîyasî ye.