Hevberdevkên Partîya Çep ya Kesk (YSP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin, ligel parlementer û rêberên YSP’ê li deverên erdhejê 4 roj lêkolîn kirin û encama ku bidest xistin wek raport weşandin.
Di navbera 18-21 Îlonê de şandeya YSP’ê, li ber encama dawî ya erdheja 6’ê Şibatê 2023’an, serdana bajarên Samsûr, Melatî, Meraş û Hatay’ê kirin.
Hevberdevkên Giştî yê YSP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin ligel şandeyê agahîyên ku bidest xistibûn kirin raportek û roja Çarşemê li Navenda Giştî ya HDP’ê bi preskonferansekê pêşkêşî bîragiştî kirin.
Uçar di axaftina xwe de li ser rawşa dawî ya deverên erdhejî rawestîya û ragihand ku piştî erdhejê pirsgirêkên ku pêk hatine heta niha jî piranîy wan nehatine çareserkirin. Uçar da xuya kirin ku desthilat di her axaftineke xwe de dibêje qaşo wan pirsgirêka mexdûrên erdhejê çareser kiriye, lê di qada erdhejê de ti pirsgirêk nehatîye çareserkirin.
“Di dema hilbijartinê de berpirsên desthilatîyê yek yek li deverên erdhejî gerîyan û soz dan. Lê li ser erdhejê 7 meh derbas bûye lê ti pirsgirêkên wan nehatîye çareserkirin. Pêdivîyên hîmî wek banyo û tiwalet, xwarin û vexarinê hêjî wek xwe disekine. Jibo wan sozên çêkirina xanîya hatibû dayîn, lê ev jî heta niha neanîne cî. Hê jî ew di çadir û konteyneran de jiyana xwe dimeşînin. Pirê wan ana di nav fikarên zivistanê de ne, gelo wê çi bikin,” Çîgdem Kiliçgun Uçar got.
Li gor raportê, tê dîyarkirin ku Rêveberîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) konteynir bi awayekî dadane belav nekirîye, lê yên ku konteynir jî girtine di nav wan de pirsgirêkên banyo û tiwaletê hene. Xanîyên ku li ser wan xisara mezin çêbûye hatine destnîşankirin lê jibo ew kesan çi gav dê xanî werin duristkirin jî nedîyar e.
Di raportê de herwiha hatiye gotin ku jibo zivistanê ti tedbîr nehatine girtin. Mexdûrên erdhejê di bin fatûreyên av û elektrîkê de neçar mane. Ew radigîhînin ku fatûrêyên 200-300 lîra aniha derketine 1000 lîra.
Di raportê de nerakirina kavilan jî cîyekî girîng dirgre. Tê dîyarkirin ku heta niha jî li gelek deverên erdhejî kavêlên heyî nehatine rakirin. Jiyana ku li wê derê tê meşandin jî wek derî mirovahî tête nîşandayin.
Pirsgirêkên din yên serekî jî wek pirsgirêkên saxlemî, perwerde, bêkarî, raporta YPS'ê tîne ziman.
Di preskonferansê de Hevserokê Giştî yê YSP’ê Îbrahîm Akin bi taybetî li ser rewşa saxlemî û perwerdeyê sekinî. Wî ragihand ku li deverên erdhejê nêzîkî 80 cûreyên nexweşîyên taybet hene û ji ber nebûna derfetan jî pir malbat nikarin zarokên xwe bişînin dibistanan.
“Aniha 15 mîlyon mirov di bin bandora vê erdhejê de ne. Li vê derê pirsgirêkên tendûrîstî û perwerdehê her ku diçin zêde dibin. Îro em temaşe dikin avahîyên saxlemîyê gelek kêm in, têra xwe doxtor û personelên saxlemîyê nînin. Kêm zêde 80 cûre nexweşî li wê derê peyda bûne. Ku di nav vanan de pêceşêra pişikê jî her ku diçe zêde dibe. Di alîyê din de jî malbat li ber bêderfetîyan nikarin ku zarokên xwe bişînin dibistanan.”
Akin dîyar kir ku desthilat erkdar e ku van pirsgirêkan çareser bike. Wî di gotinên xwe yên dawî de bang li rayedarên dewletê jî kir û got, “Di hilbijartinê de sozên ku we dabû mexdûrên erdhejê demûdest cîh bînin û çareser bikin.”