Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de Polat Can, yek ji fermandarên YPG li ser rewşa Kobanê û îdîayên ser êrîşên esmanî yên Amerîkî agahîyên girîng dide.
Birêz Can dibêje, hêzên DAÎŞ li dora Kobanê bi ti awayî nehatine bomberan kirin û xeterîya ser gelê Kobanê hîn pir mezin e.
“Amerîka gelek deverên wek Carablus, Til Abyad, Minbic bomberan kir lê cîhê ku herî pir hewceyî êrîşan e bi hîn sedeman hîn jî bomberan nekiriye. Gelê Kobanê di bin metirsîya qirkirinê ye.Eger demek zû operasyoneke neyê kirin, divê tiştên pir xirab biqewimin.”
Can dîyar dike ku divê Kurd li her derê cîhanê rabin ser pîyan û gelê Kobanê tenê nehêlin.
“Tevî ku YPG bi qehramanî berxwe dide jî dibe ku sibe pir dereng be. Loma îro divê herkes dengê xwe bilind bike û xwedî li gelê Kobanê derkeve.”