Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Berpirsê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Polat Can hem li ser rewşa Kobanê, hem jî derheqa peywendîyên ligel Amerîka şîroveyên girîng dike.
Birêz Can dibêje, moralê şervanên YPG li Kobanê rindtir e û di nav du rojên dawî de pirtir jî 75 endamên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam hatine kuştin.
"Tevî ku bi hêzeke mezin êrîşan dikin, şervanên me li ber xwe didin û hejmareke mezin yên çeteyan dikujin. DAÎŞ neçar dimîne ku mirîyên xwe li erdê bihele û bireve."
Can herwiha dide zanîn ku peywendîya wan ya ligel Amerîka û hêzên din yên koalîsyonê xurt e û bi ecizbûna hin dewletan ew peywendî naqede.
"Amerîka hêza YPG û serkeftina wê ya dijî terora DAÎŞ baş dibîne. Loma jî têkîlîya xwe li ser vê bingehê datîne. Em bi hêvî ne ku peywendîya her du alîyan wê hîn baştir be."