Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polat Can: YPG Nîşan Da ku Axa Rojava Ne Bê Xwedî ye


Di hevpeyvîneke taybet de Berpirsê Giştî yê Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Polat Can agahîyên girîng li ser pevçûnên berdewam li Kobanê û deverên din dide.


Birêz Can herwiha bersîva pirsên me yên derheqa peywendîya navbera rejîma Sûrî û DAIŞ, hilbijartinên li Tirkîyê, kolandina xendekên ser sînora Rojava û Herêma Kurdistanê, tevlîbûna xortên Kurdan ji perçeyên din û çend mijarên din jî bi firehî dide.


Polat Can dibêje, serên dijwar li Kobanê diqewimin û bi berxwedana şervanên YPG êrîşên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAIŞ) yên hember Kobanê şikest û bi dehan endamên wan hatine kuştin.

"Heta niha pirtir ji 400 çeteyên DAIŞ hatine kuştin ku hinek ji wan berpirsên mezin in. Bi berxwedana YPG herkes dît ku axa Rojava ne bê xwedî ye."

Can dide zanîn ku DAIŞ jiber ku hêza YPG li Kobanê bişkîne, êrîşên nû li Serêkanîyê û Cezaa pêk anîn lê li wan deran jî wan şikestineke mezin xwar.

"Me hem li Serêkanîyê, hem jî li Cezaa, piştî şerên pir dijwar darbeyeke mezin li çeteyan xist û jimareke emîrên wan kuştin."

Can dîyar dike ku YPG li dora Serêkanîyê çend gundên nû jî rizgar kirine û ji komên tûndrê paqij kirine.

Polat Can spasîya gelê Kurd dike ku bi awayekî xurt bersîva wan ya seferberîyê daye û li kelêka wan sekiniye.

"Gelê me bi her awayî li ba me sekînî. Taybetî gelê me Kobanê, jin, mêr, kal û pîr gîş bi hevre axa xwe li hember çeteyên DAIŞ parastin."
please wait

No media source currently available

0:00 0:15:54 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG