Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de Polat Can, Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser rewşa Kobanê û pewendîya wan ya ligel koalîsyona navnetewî ya dijî DAÎŞ agahîyên pir girîng dide.
Birêz Can dibêje, YPG û koalîsyon hevkarîyeke dîrek û fermî dikin û êrîşên esmanî yên koalîsyênê jî bi agahîyên wan têne kirin.
"Hêzen me yên taybet li Kobanê û bajarên din hene. Ew agahî dişînin Navenda Hevbeş ya Operasyonê û nûnerê YPG jî ew agahî dide koalîsyonê û êrîş têne kirin."
Can bi tundî red dike ku Amerîka hember alîkarîyê, hîn şert danaye pêş YPG.
"Îdîayên wiha bê bingeh in û bi sedemên sîyasî ne. Amerîka bê şert bi me re hevkarî dike jiber ku berxwedana Kobanê ji tevahîya cîhanê re hêza YPG îsbat kir."