Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koçberîya Ciwanan ji Herêmên Kurdên Sûrîyê


Hinek xwendekarên koleja bijîşkîyê li Zanîngeha Rojava.
Hinek xwendekarên koleja bijîşkîyê li Zanîngeha Rojava.

Ji destpêka şerê Sûrîyê sala 2011'an ve bi hezaran xelkên Sûrîyê tevî metersîya rêyên qaçax berê xwe didin welatên Ewrupayê.

Li gor daneyên cuda, bêtirî koçberên Sûrî genc in, di nav de yên ji herêmên Kurdên Sûrîyê. Ciwanên Kurd dibêjin ku heger çûna derveyî Sûrîyê hêsan ba kes li welêt nedima.

Gelo sedemên dîyardeya koçberîya ciwanan çi ne? Çi ji Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û civakê tê xwestin ku ciwan bi welatê xwe razî bin û koçber nebin?

Mijara Rojê vê doseyê ligel sê ciwanan gotûbêj dike. Di beşekî bernameyê de mijara "koçberîya bi navê zewacê" ku taybet di nava ciwanan de belav bûye, tê nîqaşkirin.

Mêvanên vê programê ev in: Edla Ehmed, derçûya zanîngeha Rojava, Dilcan Oso, hunermend, û Numan Ebdo, nivîskar.

Koçberîya Ciwanên Kurd li Sûrîyê.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:49:32 0:00
XS
SM
MD
LG