Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê YNK: Kêşeya Tirkîyê ligel PKK Ne li Duhok û Silêmanîyê Ye, Lê li Nav Tirkîyê Ye


Saadî Ehmed Pîre
Saadî Ehmed Pîre

Berdevkê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistan (YNK), Saadî Ehmed, di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, helwestên partiyên Kurd û partiya xwe derbarê hatina artêşa Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê, hilbijartin, peywendiyên wan ligel Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), hêla karê wan di hikûmetê de û cezakirina Silêmanîyê ji aliyê Tirkiyê ve axivî.

Berdevkê YNK'ê red kir ku partiya wan li Silêmanîyê alîkariya PKK'ê kiribe û got, tiştê ku Tirkîye li dijî Silêmanîyê dike, li ser bingeha hin nûçeyên nerast in.

Di 2'ê Nîsana 2023'an de Tirkîyê hemû geştên esmanî yên bo firokexaneya navnetewîî ya Silêmanîyê rawestandin. Di 5'ê heman mehê de jî berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku ji ber zêdebûna çalakîyên PKK'ê li devera Silêmanîyê, ev rawestandin dê heta Tîrmeha heman salê berdewam bike.

Saadî Ehmed Pîre got, "Eger Tirkîye dixwaze pirsgirêkên xwe û PKK’ê çareser bike, pirsgirêka PKK’ê ne li Duhok û Silêmanîyê ye, pirsgirêka PKK'ê li nav Tikriyê ye. Lê wan pirsgirêkên xwe anîne Herêma Kurdistanê. Ew tiştê Tikriye li dijî Silêmanîyê dike, neheqîyeke mezine. Ew neheqîyê li xwe jî dike jiber ku Silêmanîyê bazareke mezin yê kelûpelên Tikrîyê ye."

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di 15'ê meha Sibatê de dema ku ji Misirê vedigerîya, ji rojnamevanan re gotibû, "Mixabin, rêvebiriya YNK'ê tevî hişyarîyên me yên dubare piştgirîya PKK û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike.

"Em dikarin bi cîranên xwe yên li herêmê re hemû gavan bavêjin, bi şertê ku destûr neyê dayîn ku rêxistineke terorîst li ser sînorê me were avakirin."

Erdogan herwiha got, "Gava ku mijar bibe ser jiyana me û ewlekarîya netewî, emê heta dawîyê deriyên toleransê bigirin û çi hewce bike emê bikin."

Berdevkê YNK'ê jî got: "Ev rewş wek xwe namîne. Konsulê Tirkîyê yê nû hatî kesekî şareza ye, berê jî wezîrê derve yê Tirkîyê hatibû Herêmê, YNK ne li dijî Tirkîyê ye û ne jî şerkirina ligel Tirkiyê dixwaze."

Hevpeyvîn ligel Berdevkê YNK
please wait

No media source currently available

0:00 0:21:24 0:00
XS
SM
MD
LG