Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nakokî di Nava Yekîtî Niştîmanî Kurdistan da Dom Dikin


Logoya fermî ya YNK'ê
Logoya fermî ya YNK'ê

Nakokiyên li ser rêvebirin û çawanîya dabeşkirina desthilat û pileyan da, di nava Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNK'ê da berdewamî heye, ev nakokî di nava Balê Siaysî û Encûmena Serkirdayetiyê da bi zelalî derdikevin pêş û heta îroj nehatine çareser kirin.

YNK'ê piştî kongreya xwe du Encûmen hilbijartin: Encûmena Bala ya Sisyasî ku ji 9 kesan pêk tê û Kûsret Resûl serokatîya wê dike û encûmena serkirdayetî ku ji 124 kesan pêk tê, heta niha çawanîya serokatîya vê encûmenê yek alî nebûye.

Niha, encûmena serkirdayetiyê mijûlî karê peyrewa navxweyî ye, lê çareserî nehatîye dîtin bo çawaniya birêvebirina serokatîya Yekîtî Niştîmanî Kurdistan.

Di çend rojên bûrî da Kûsret Resûl serokê Encûmena Bala ya Sisayî ji encûmena serkirdayetiyê xwest bû ku karê li ser peyrewa navxwe rawestînin û got"YNK'e ketîye di rewşekê weha da divê em hişyar bin, biryaran bandor li ser alîsengîya YNKê heye".

Şêx Caafer Mistefa endamê encûmena bala ya siyasî ya YNK'ê got, encûmena siyasî ya YNK'ê ji xebatgêran pêk tê, divê rolê wan di nivêsîn û biryardana "Peyrewa Navxwe" da hebe û got"nebûna kontrolê di dest encûmena bala ya siyasî da, dibe karên nebaş derkevin, bo rê girtina li hember karên nebaş, divê ew encûmen xwedî desthilat be".

Li gor pêzanînên heyî, Encûmena Bala ya Siyasî ya YNK'ê dixwaze mafê veto kirina biryarên encûmena serkirdayetiyê hebe. Encûmena Siaysê weha dibîne ku baladestîya "Malbata Talebanî" di encûmena serkirdayetî da zelale û ew dixwazin encûmena serkirdayetî tenê encûmenk şêwirmendî be, lê ev yek ji aliyê encûmena serkirdayetîyê da tê red kirin.

Raporta Dilşad Enwer
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:29 0:00


XS
SM
MD
LG