Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derbiderên Şengalî yên li Kampa Şarya Vedigerin Warên Xwe


Karwana çarê ya derbiderên Şengalî yên li Kampa Şarya ya li bakurê Deşta Mûsilê, ber bi warên xwe yên li Şengalê bi rê ketin.

Vegera derbideran bi rêka Rêxistina Navnetewî ya Koçberîyê (IOM) û bi alîkarîya Wezareta Koç û Koçberan ya Îraqê pêk tê û heta niha 200 malbat vegerîne malên xwe.

IOM wê alîkarîya wan hemwelatîyan bike ku xanîyên wan wêran bûne û dîsa hikûmeta Îraqê jî jibo derbideran vegerîyayî mîlyonek û pênc sed hezar dînarên Îraqî pêşkêş bike.

Karbidestên xwecîhî dibêjin ku bernameya vegerandina derbiderên Şengalê niha ji cîh û warên wan re li kampên Şarya û Bêrsiv didome û di siberojeke nêzîk de li kampên mayî jî heman program wê destpê bike.

Kerem kin raporta nûçegîhanê me Kawa Omer ya ser vê mijarê temaşe bikin:

Koçberên Êzîdî yên li Şarya û Bêrsivê Vedigerin Şengalê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00

XS
SM
MD
LG