Ev çend roj in ku gotineke qumandarê hêzên Pêşmergeyan li Şengalê û rengvedana çend mela û oldarên Misilmanan rewşeke pir girjî li Herêma Kurdistanê derxistiye holê.
Di vîdyoyekê de jibo salvegera 10'an ya jenodîsa Êzdîyan, Qasim Şeşo gotibû, “Heta Mihemed hebe ferman li ser me xilas nabin. Ew dijminê ola me ye.“
Lê di daxuyanîyeke 9'ê Tebaxê de, bi navê Civaka Êzdîyan jibo girseyekê li pêş perestgeha Şerfedîn li Çîyayê Şengalê, hate gotin ku peyva wî "ne bi mebesta bêrêzîya Pêxemberê Îslamê bû, lê hinek komên terorîst yên ku bêtir ji her oleke din zarar dane Îslamê."
Di dema pêşkêşkirina wê daxuyanîyê de Qasim Şeş jî amade bû.
Hevdemê bertekan ji oldarên Misilman û Êzdîyan ji wê gotinê re, hejmareke parêzeran gilîyek li dadgeha Duhokê li dijî Şeşo tomar kiriye. Di gilînameyê de ew wî bi "bêrêzîya Pêxemberê Misilmanan û handana şerê di navbera olan de" tawanbar dikin.
Li gor Benda 372'an ya Qanûna Bingehîn ya Îraqê hejmar 111 ya sala 1969'an, her kesek bêrêzîya pîrozîyên her olekê bike, divê were dadgeh kirin. Dadgeha Pêdeçûnê li bajarê Mûsilê jî li 8'ê Tebaxê fermanek jibo girtina Qasim Şeşo derxist.
Jibo rêgirtinê li derketina hestên kîn û nefretê, Civata Bilind ya Olî ya Êzdîyan serdana Wezareta Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê kir û ligel Yekîtîya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê civîya. Civat dibêje ku ola Êzdîyan rêz û hurmetê li hemû olan digire û cîhê van gotaran di ola wan de tuneye.
Ligel van hewlan, hejmareke malbatên Şengalî li kampên derbiderîyê yên Herêma Kurdistanê bi lezgînî vegera Şengalê kir, ji tirsa ku radîkalên Îslamî bi nîyaza xwepêşandanan in. Tirs heye ku tundûtîjî derkevê holê.
Karbidestên parêzgeha Duhokê xwe gihandin wan kampan ku piştrast bikin ku ew rê nadin alozî li deverên wan derkevin.
Li gor weşanên medya civakî, li bajarê Mûsilê jî wek bertekên hember axaftina Qasim Şeşo xwepêşandan derdikevin.
Ev ne cara yekê ye ku ev rengên alozîyan derdikevin holê. Di 2023'an jî çend kesan girjîyek azirand piştî weşandina vîdyoyekê tê de çend zarok keviran davêjin mizgeftekê li bajarê Şengalê. Lê, ew rewş zû aram bû, piştî oldarên Êzîdî û Misilman li hev civîyabûn.
Di salvegera 10'an ya êrîşên rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) li ser Şengalê, civaka Êzdîyan jiber çend pêşhatan bê hêvî bû. Yek ji wan pêşnîyaza qanûnekê di parlamena Îraqê de jibo lêxweşbûna endamên DAIŞê.
Bîrmendên herêmê û civakên pêkhatên olî dibêjin ku gotarên kîn û nefretê civakan jahrî dikin û divê rê li ber wan were girtin. Ji mêjve pêşnîyaza qanûnekê di parlamena Îraqê de tê kirin jibo naskirina gotaran û cezakirina kesên ku dibin rêderên kîn û nefretê.
Di hevpeyvîneke Vatican News ya ser salvegera 10'an ya êrîşên DAIŞ li ser kêmanîyên olî li deşta Nînewa, Kardînal Lewis Rofaîl Sako got ku hestên tirs û dudilîyê li cem Xristiyan û Êzdîyan maye."
Sako pêdivîya guhertina bawerîyên handerên şer û tolhildanan tekez kir û got ku pêdivî ye kêşeyên heyî bi danûstandinan û bi rêkên aştîyane çareser bin."
Dr. Seîd Silo, Cîgirê Serokê Bingeha Laleş ya Rewşenbîrî û Civakî dibêje ku li Kurdistanê ew hemû bi hevre bi hêz in.
"Rêzgirtina ayîn û pîrozîyan erkeke exlaqî ye. Ne jibo bezandina sînoran û bê rêzîyê. Divê em hemû palên xêrê bin û qanûnên heyî rola xwe bibînin."