Êrîşvanekî xwekuj otomobîla xwe li dervayê xanîyê rêvebirê ewlehî yê Adenê, Shallal Shayei peqand, lê Shayei ji êrîşê rizgar bû.
Karbidestên Yemenî radigihînin ku di êrîşê de herî kêm 2 kes birîndar bûn.
Jêderên xwecîhî ragihand ku êrîşvan kincên jinan li xwe kiribû û hêzên ewlehîyê berî otomobîl bipeqe, wî dabûn ber guleyan.
Ew ji sala çûyî vir ve êrîşa sisêyan e ku li hember xanîyê Shayei êrîşên wiha têne kirin.