Salek piştî hilbijartina giştî ya dawî ya Îraqê, erka Neteweyên Yekbûyî li Îraqê daxwaz ji alîyên sîyasî kir ku dawî ji xitimandinê bînin ku welatê zengînê neftê felc dike, û hişyarî da ku "dema Îraqê diqede".
"Krîza demdirêj bêaramîyek din çêdike... ew gefê li debara jîyana mirovan dike," Erka NY got, û daxwaz kir ku "dîyaloga bê şert û merc" ber bi hikûmetek aram ve bihêt kirin.
Îraqîyan herî dawî di 10ê Cotmeha 2021ê da di hilbijartineke ku ji ber pêleke berê ya xwepêşandanên girseyî li dijî gendelî, bêkarîya berbelav û binesazîya têkçûyî hatî destpêkirin, deng dabûn.
Piştî salekê, welatî hêşta jî hikûmeteke nû ava nekirîye, serokwezîrê demkî Mustafa el-Kazimî ser kar e, lê nikare budceya nû ya dewletê di parlemanê da derbaz bike.