Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya û YE Derbazî Qonaxa Duyê ya Danûstandinên Brexitê Dibin


Rêberên Yekîtîya Ewrupa (YE), ku li Brukselê kom bûbûn, ser qonaxa duyê ya veqetîna Brîtanya li hev kir.

Di qonaxa duyê de Brîtanya û YE dê ser peywendîyên siberojê danûstandinan bikin.

Her du alî herwiha dê ser peyvajoyê derbazbûnê û peywendîyên bazirganî jî nîqaşan bikin.

Rêberên YE’ê bang li Brîtanya kir ku ser nîyetên siberojê ‘’hîn zelaltir’’ be.

Serokê Komîsyona Ewrupa Jean-Claude Juncker dîyar kir ku di danûstandinên Brexitê de, bi taybetî qonaxa duyê dijwar be.

Juncker da zanîn ku armanca wan ya serekî, berî pêşxistina danûstandinan fermîkirina peymanê ye.

Serokê Konseya YE’ê Donald Tusk, piştî biryara îro Înê, ji ser Twitter'ê Serokwezîra Brîtanya Theresa May pîroz kir.

May ser biryara YE’ê razîbûna xwe ragihand û dîyar kir ku wan bo derketina YE’ê gavekî girîng avêtiye.

Serokwezîra Brîtanya, dixwaze ku her du jî alî bo danûstandinan "afrîner bin û bi awayekî xurt bixebitin”

XS
SM
MD
LG