Komîsyona Ewrupa îro ser rewşa têkilîyên sîyasî, aborî û bazirganî yên Yekîtîya Ewrupa(YE) û Tirkîyê rapora xwe ya salane 2023’an dîyar kir.
“Jiber rewşa giran ya mafên mirovan û serwerîya hiqûqê ya navxweyî, bicîhneanîna biryarên dadgeha mafên mirovan ya YE, têkilîya YE-Tirkîyê eşkere ye ku gelek astengî hene ku divê werin çareser kirin, “di raportê de hat gotin.
Berpirsê sîyaseta Derve û Ewlekarîyê yê Yekîtîya Ewrupa(YE) Josep Borrell û Berpirsê Cîrantî û Berfirehkirinê yê Ewrupa Oliver Varhelyi, raporta ser Tirkîyê îro li Brukselê li navenda giştî ya bloke bi preskonferanseke pêşkeş kirin.
Josep Borrell destnîşan kir ku dîyaloga ser serwerîya hiqûqê û mafên bingehîn wê bibe beşeke bingehîn ya têkilîya YE û Tirkîyê.
Borell û Varhelyi ragihandin ku raport di çarçevoya şerê Rûsya ya dijî Ukrayna, guherînên jeopolîtîk û ewlehîyê ya berfireh rewşa peywendîyên YE-Tirkîye di warên serekî de dîyar dike.
Di raporta bi 18 rûpelî de hat eşkere kirin ku bilî têkilîyên dualî û aborî, gelek xal hene ku çarçoweya peywendîyên YE- Tirkîyê tevlîhev û dijwar dikin.
“Pêdivîya kêmkirina girjîya domdar li Rojhilata Derya Spî; pirsgirêka Qibrisê; helwesta Tirkîyê di şerê Rûsya yê dijî Ukrayna de; berfirehkirina NATO; helwesta Tirkîyê- ser mijarên sîyaseta derve û herêmî, di serî de Rojhilata Navîn û bi taybetî piştî êrîşên terorîstî yên Hemasê yên dijî Îsraîlê di 7’ê Cotmehê de; û rewşa mafên mirovan ya navxweyî û serwerîya hiqûqê. “
Borell û Varhelyi destnîşan kirin ku YE û Konseya Ewrupî bi berdewamî dibêjin ku bo hawirdorek aram û ewledar li Rojhilata Derya Spî û pêşxistina têkilîyeke hevkar û sûdmend bi Tirkîyê, di berjewendîya hem û alîyan de ye.
Asli Aydintaşbaş, li Enstîtuya Brookings ya li Washington DC pispora Yekîtîya Ewrupa û Tirkîyê ye.
Aydintaşbaş ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku raporta Konseyê ya îro di têkilîyên Tirkîyê û YE de xaleke dramatîk nîşan nade, lê derî li şewazeke nû ya têkilîyan vedike.
“Ji bilî pêyvajoya endambûnê, bêtir têkilîyek sûdmend ya danûstandinkirî û ya aborî. Ewrupa peyamê dide ku ew dixwaze bi Tirkîyê re jinûve têkilîyan deyne û warê aborî yên tekilîyan pêşve bibe. Lê, dîsa jî, jibo pêkanîna vê, pêdivî ye ku Enqere jimareke gavan bavêje. "
Varhelyi sedema alozîya di navbera Yunanistan û Tirkîyê wek binpekirin û gefxwarinên serwerîya Atînayê ji hêla Enqerê bi nav kir.
Di raportê de herwiha hat gotin ku helwesta giştî ya Tirkîyê ser kêşeya Qibrisê û nenaskirina Komara Qibrisê, di warê ewlehî û berevanîyê de jî di nav de, rêyên hevkarîyê yên cuda asteng dike.
Borrell û Varhelyi bo çareserîyê ji Tirkîyê pabendbûna bi bi peymanên navneteweyî û binpênekirina mafên serwerî yên endamên YE xwestin.
Di beşa duyê ya raportê de sîyaseta derve Tirkîyê ya li derveyê heremên YE jî hat nirxandin, wek li Sûrîyê, Îraq, Îran û Ermenistan.
Karbidestên Ewrupî, destpêkirina peywendîyên Tirkîyê û rêjîma Sûrîyê bi navbeynkarîya Rûsya wek hemberî sîyaseta YE hat rexne kirin.
Borrell û Varhelyi hevdem bal kişandin ser berdewamîya operasyonên leşkerî, hebûna leşkerî yên Tirkîyê li Sûrîyê û Herêma Kurdistana Îraqê, bi îdiaya dijî milîtanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK).
Herwiha Borrell bîr xist ku hikûmeta Îraqê operasyonên Tirkîyê bi tundî şermezar dike.
“Tevî ku YE, PKK’ê wek rêxistineke terorîst dibîne, welatên herêmê teşwîq dike ku çalakîyên dijî terorê koordîne bikin, bi pîvan û bi rêzgirtina tam ya serwerîya hiqûqê tevbigerin. “
Berpirsên YE gotin ku bi Îranê re jî, Tirkîyê di astên curbecur de kanalên hevkaryêî didomîne û her du welat jî bo bandorkirina li herêmê bi piştgirîkirina komên dijber hevdem hevrikîyê jî dikin
Wek nirxandineke serekî hat gotin ku Tirkîyê bi rengekî ber biçav li derveyî û hemberî sîyaseta derve ya YE tevdigere.
“Tirkîye niha bi eşkereyî li hemberî pêşîtîyên YE yên di çarçoveya Polîtîkaya Hevbeş ya Derve û Ewlekarîyê ya Yekîtîyê (CFSP) de tevdigere, rêjeyek hevbendîyê ya pir nizm nêzî ji sedî 10 bi cîh tine. Loma xurtkirina hevbendîyê wê bibe nîşanek girîng ya pabendbûna Tirkîyê bi YE re. “
Ji alîyên din ve Borrell û Varhelyi, bo xurtkirina têkilîyan, avêtina gavên ku wê di berjewendîya Enqerê û Brukselê de pêşnîyar kirin, lê di berdêla ku Tirkîye şertên bo têkilîyên erênî hatine dîyar kirin, ger bi cîh bîne.
Loma jî her du berpirsên Ewrupî jî bo Tirkîyê hêsankirina vîze û nûjenkirina şertên gumrikê derxistin pêş.
"Divê derîyê hevkarîya aborî û bazirganî ya nêzîktir were vekirin û bila danûstandinên ser pêşnivîsa nûjenkirina Yekîtîya Gumrikê dîsa destpê bikin," Varhely got.
Aydintaşbaş anî ziman ku tevî ku di raportê de bi eşkereyî nehatibe dîyar kirin jî, têgihîştinek hevpar heye ku pêyvajoya endamtîya Tirkîyê ya YE, têk çûye.
“Loma, YE dixwaze bi Tirkîyê re çarçoveyek nû ava bike, ku têkilîyên bazirganî û hevkarîya ser koçberîyê pêşîtî ne. Lê, bê guman ev ji pêyvajoya endamtîyê, şewazek têkilîyek ya pir cûda ye, “ wê got.
Borrell jî ragihand ku bo nûjenkirina Yekîtîya Gumrikê, divê Enqerê li Rojhilata Derya Sipî gavên pêwîst bavêje û rê li ber binpekirinên toleyên dijî Rûsya pirtir bigire.
Di rapora îro de jî tê gotin ku di destê Brukselê delîl hene ku axa Tirkîyê bo şandina berhemên qedexekirî ji Rûsya re, hatîye kar anîn.
Pispora Brookingsê destnîşan kir ku ger di navbara YE û Tirkîyê de, ser nûjenkirina Peymana Yekîtiya Gumrukê gotûbêj werin kirin, bo destpêka heyama nû ya têkilîyan wê bibe xaleke serekî ya pir girîng.
“Lê, di raporê de girîngîya têkilîyên Tirkîye û Yunanîstanê û pirsgirêka Qibrisê jî têne destnîşan kirin. Loma bo ku Enqere di qada aborî de bigihêje cihê ku dixwaze, dive di van enîyan de tevbigere, “Aydintaşbaş ji Dengê Amerîka re got.
Konseya Ewrupa herwiha hêsankirina vîzeyan ji karsaz, xwendekar, kesên ku malbatên wan li Ewrupa ne, pêşnîyara lêkolînê kir.
Komîsyonê di 8’ê Mijdarê de jî rapora Polîtîkaya Berfirehbûnê ya 2023’an û raporta ya ser rewşa pêyvajoya endamtîyê weşand.
Li gor rêgezên YE, raporta îro Borrell û Varhelyî wek raporteke şêwirmendîyê tê pênase kirin.
Bo ku ev raport fermî fermî bibe, divê li civîna giştî ya Borrell û Varhelyî fermî bibe, divê li Civîna Konseya Ewrupî ku YE ku wê di 15-16’ê Berfanbarê de bê darxistin ji allîyê 27 welatên endam ve were qebûl kirin.
Hejayê gotinê ye ku hikûmeta Tirkîyê ser raporê hê ti daxuyanî ne daye yan jî şîrove nekirîye.