Yekîtîya Ewrupa (YE) wê jibo koçberên Sûrî yên li Tirkîyê alîkarîyeke din bide wî welatî.
Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula Von der Leyen îro Sêşemê got ku ewê jibo mazuvanîya Tirkîyê ya jibo koçberên Sûrî 1 mîlyar euro (1,05 mîlyar dolar) bidin Tirkîyê.
Von der Leyen li Enqerê di preskonferasekê de, ku bi Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re li dar ket, got ku jibo sala 2024an 1 mîlyar euro di rê de ye.
Wê dîyar kir ku bi vê paketê Tirkîye wê ser hewcedarîyên koçberan yên jibo perwerdehî û saxlemî û piştgirî bide û got ku ewê dirav jibo vegera koçberan jî were xerc kirin.
Tirkîye jibo bi qasî 3 milyon koçberên Sûrî mazuvanî dike ku ew piştî şerê navxweyî ya Sûrîyê ya 2011an destpê kiribû jibo ewlekarî revîbûn wî welatî.
Enqere hêvî dike ku guherîna desthilata Şamê rê li ber vegera piranîya koçberên Sûrî bike.
Von der Leyen got ku li gor pêdivîyên rewşê ew dikarin alîkarîyên din jî bidin.
Jêder: Reuters