Wezîrê Derve yê Polonya Radoslaw Sikorski dîyar kir ku wezîrên derve yên YE ser sekinandina dîyaloga sîyasî ya bi Îsraîlê re li hev nekirine.
Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE’ê Josep Borrell gotibû ew jiber helwesta Îsraîlê ya li Gaza ji dewletên yekîtîyê re pêşnîyar dike ku peywendîyên xwe yên sîyasî yên bi Îsraîlê re rawestînin.
Sikorski li Brukselê ji rojnamevanan re got ku wî û hevtayên wî yên din yên Ewrupî pêşnîyara Borrell qebûl nekiriye.
‘’Em dizanin ku li Gaza bûyerên trajîk diqewimin, em dizanin ku gelek sîvîl têne kuştin, lê kê ev tundûtûjîya hanê da destpê kirin, em ji bîr nakin.’’
Wî dîyar kir ku ser sekinandina peywendîyên bi Îsraîlê re ti lihevkirin çênebûye.
Jibo biryara ser rawestandina peywendîyên divê 27 endamên YE hemî erêkirinê bidin.
YE ser şerê li Gaza, ku bi êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê yên li başûrê Îsralê re gur bû, pir nikare helwesteke hevbeş nîşan bide.
Ev yekîtî bang li Hamasê dike ku hemî rehîneyan berde û ji her du alîyan jî dixwaze li gor hiqûqa navneteweyî tevbigerin.
Jêder: Reuters