Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Wê Dijî Îranê Toleyên Nû Ragihîne


Karbidestekî payabilind yê Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Înê got ku yekîtî wê roja Duşemê dijî Îranê toleyên nû ragihîne.

Wî karbidestî, ku bi şertê navê wî eşkere nebe axifî, dîyar kir ku toleyên nû wê jiber ku Îranê muşekên balîstîk dane Rûsya werin ragihandin. Di lîsta toleyên nû de sazî û kesên Îranî hene.

Wezîrên derve yên dewletên YE wê roja Duşemê bicivin.

Karbidestê YE got ku toleyên roja Duşemê wê ser danûstandina muşekên balîstîk paketa pêşî ya toleyan be.

Wî karbidestî eşkere nekir ku ewê tole dijî kê û kîjan toleyan werin ragihandin.

Rûsya piştî destpêka şerê li Ukrayna peywendîyên xwe bi Îran û Koreya Bakur re pêşve birin ku ew her du dewlet jî dijî Amerîka ne.

Washington dibêje her du dewlet jî jibo Rûsya di pevçûnan de bi kar bîne muşekên balîstîk dide Rûsya, lê Moskow vê yekê red dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG