Dîplomatê payebilind yê Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell îro Sêşemê dîyar kir ku ew bo Îran xebatkerê girtî yê yekîtîyê berde bi mehan e xebatan dimeşînin.
Xebatkarê YE’ê, ku hemwelatîyê Swêdê ye, bi qasî 500 roj in girtî ye.
Swêd û Komîsyona Ewrupa do Duşemê, piştî nûçeyeke New York Timesê, ragihandin ku hemwelatîyekî Swêdê li Îranê hatiye girtin.
Borrell îro Sêşemê piştrast kir ku navê hemwelatîyê Swêdê Johan Floderus e, jibo YE’ê dixebite û bi qasî 500 ron in li Îranê girtî ye.
Wî got ku ew û tîma xwe û karbidestên Swêdê li Îranê dikin ku Floderus were berdan.
Li gor ragihandina Borrell, karbidestên Îranê ser Floderus cezayê girtîgehê xistine rojevê.
Borrell dîyar kir ku her cara ew bi awayekî dîplomatîk kom bûne wan ser Floderus danûstandin kiriye.
Dîplomatê YE’ê dîyar kir ku heta ku Floderus azad dibe ewê xebatên xwe bidomînin.
Jêder: Reuters