Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwenîşandanên Sêşem li Silêmanîyê Aram bûn


Xwenîşandanên Sêşem li Silêmanîyê Aram bûn
Xwenîşandanên Sêşem li Silêmanîyê Aram bûn

Li demjimêr 8:15 Şevê bi demê Silêmanîyê , herêma Kurdistana Îraqê, Peyamnihêrê Dengê Amerîka Letîf Nêrweyî di raporteka rastewxue da got, xwenîşandanên îro li Silêmanîyê aram bûn, belê xwenîşanderan rê neda 2 endamên parlemanî liser lîsta Hevpeymanîya Kurdistanê pişikdarî xwenîşandana bin û peyamê xwe bigehînin û bizanin daxwazên wan çine heta bigehînin parlemanî.

Bi alîyekê dîve û li bajarê Helebce, xwenîşandan hatin kirin û ji encamê bihevçona digel hêzên parastinê bi dar û keviran 37 kes jiherdû alîyan birîndar bûn.

Jibo guhdarî kirina raporta Letîf Nêrweyî, Peyamnihêrê Dengê Amerîka li Silêmanîyê lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.

XS
SM
MD
LG