Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xulam di Roja 13'an de Meşa Xwe ya Azadîyê Didomîne


Bizavkarê Kurd Kanî Xulam, ku di 1'ê Tîrmehê de dest bi Meşa Azadîyê kiribû, di roja 13'an de meşa xwe li bajarê Philadelphia didomîne.

Xulam dibêje ku ew bi şevan li mala Amerîkîyan dimîne û ji wan re qala doza Kurdan dike ku ew jî rewşa Kurdan agahdar be.

"Pirs Kurdî ji hêza Kurdan mezintir e, loma ez hewil didim ku dostên nû ji gelê xwe re çêkim.

Rêvebirê Tora Agahîyan ya Kurdî ya Amerîkî (AKIN), Kanî Xulam li Washingtonê dest bi meşa xwe ya protestoyî kiribû û armanca wî ew e di 24'ê Tîrmehê de bigiheje ber navenda giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê.

Xulam di Dengê Amerîka re gotibû ku ew dixwaze di 100 salîya îmzakirina Peymana Lozanê de wê peymanê şermezar bike ku gelê Kurd bê statu hiştiye.

Kanî Xulam di Roja 13'an de Meşa Azadîyê Didomîne
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:48 0:00

XS
SM
MD
LG