Kanî Xulam, rêvebirê Tora Agahîyan ya Kurdî ya Amerîkî (AKIN) meşa xwe ya protestoyî ya ber bi bajarê New Yorkê di roja pêncan de didomîne.
Xulam, ku roja Şemîyê ji Washingtonê dest bi Meşa Azadîyê kiribû, dixwaze di 24ê Tîrmehê de bigiheje ber navenda giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê.
Ew dibêje ku ew di 100 salîya îmzakirina Peymana Lozanê de, dixwaze wê peymanê şermezar bike jiber ku wê peymanê Kurd bê statu hiştine.
Xulam navê vê rêdeçûnê wek kirina peymanê ji Washington heta New Yorkê meşeke bi navê “Meşa ji bo rûmet û azadiyê” li dar dixin.
Bizavkarê Kurd dîyar dike ku di roja pêncan de meşa wî baş didome û rewşa saxlemîya wî jî rind e.
“Ez niha ber bi eyaleta Pennsylvania diherin, Heval kêm nebin gelek piştgirî didin min. Ez ji Rojhilat, Başûr, Bakur, Rojava û ji Qafqasya jî meşan distînim û ew ji min re serfirazî dixwazin û dixwazin xebata min baş here.”
Xulam dîyar dike ku meş wê 530 kîlometre bikşîne û 24 roj didome û ewê 24ê Tîrmehê de anku salvegera îmzakirina Peymana Lozanê bi dawî bibe.