Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevdîtina Dawî ya Biden bi Serokê Çînê Xi re Beriya Sondxwarina Trump


Serokê Amerîka Joe Biden (Ç) û sEROKê ÇîNê Xi Jinping Li Lima, Peru, 16 Mijdarê 2024
Serokê Amerîka Joe Biden (Ç) û sEROKê ÇîNê Xi Jinping Li Lima, Peru, 16 Mijdarê 2024

Serokê Amerîka Joe Biden roja Şemiyê bi hevtayê xwe yê Çînî, Xi Jinping re, ji bo cara dawîn weke Serokê Amerka kom bû.

Hewlên her du rêberan ji bo kêmkirina rageşiyê beriya destbikarbûna Donald Trump, rastî pirsgirêkan tên ji ber nakokiyên nû yên têkildarî mijarê yên weke tawanên êrîşên sayber, karûbarên bazirganî, û rewşa li Taywan û Rûsyayê.

Medya fermî ya Çînê ragihand ku Biden di heft mehan de li ser foruma Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîkê (APEC) li Lîma, paytexta Peru, yekem hevdîtinên xwe bi Xi re encamda.

Washington ji hakkirina peywendiyên telefonî yên karbidestên hikûmeta Amerîkî û di kampeynên hilbijarina serokatiya Amerîka de ku girêdayî Çînê ye, her weha ji zêdebûna zextên Pekînê li ser Taywan û piştgirîya Çînê ji Rûsyayê re nîgeran e.

Reuters roja Înê ragihand ku serokê Taywanî Lai Ching-te niyet dike ku li eyaleta Hawaii ya Amerîkî û dibe ku Guam raweste di serdanek ku bê guman di hefteyên pêş de Pekînê hêrs bike.

Çîn bi berdewamî tohmetên Amerîka yên tevlîbûna xwe ya di operasyonên hackkirinê de red dike, Taywanê wek mijareke navxweyî dihesibîne û daxuyaniyên Amerîka yên derbarê bazirganiya bi Rûsyayê re protesto dike. Derabrê mijarê berdevkê balyozxaneya Çînê ya li Washingtonê red kir ku şîrove bike.

Serokê nû hilbijartî Donald Trump soz da ku ew ê ji sedî 60 baca li ser îtxalata kelûpelên Çînî di çarçoveya pakêta tedbîrên bazirganiyê de ku dirûşma "Pêşî Amerîka" de pêk bîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG