Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskarê Temenbiçûk yê Efrînî ji Kurdan Dixwaze ku Zimanê Xwe Biparêzin


Xelîl Mûsa
Xelîl Mûsa

Zarokê Efrînî Xelîl Mûsa nûmûneyeke ji nifşê nûhatî li Rojava ye, ku bi zimanê Kurdî perwerde dibin.

Mûsa di cejna Zimanê Kurdî de ew bi Kurdîyeke zalal û paqij ji me VOA re axifî û behsa rewşa zimanê Kurdî kir.

Xelîlê 15 salî ku niha li wargeha koçberîya Efrînîyan li Şehba dimîne wiha dibêje ku tevî ku ew koçberî Şehba bûn û bi neçarî Efrîn berdan, dîsa jî ew dev ji xwendina xwe û zimanê Kurdî bernadin.

“Hîn jî pêşketin çêbû, ta wê astê ku em hestên xwe parve dikin jibo cîhan zanibe çawa tu li ser axa xwe bî û bi neçarî jê derkevî” ew dibêje.

Tevî şabûna wî ku bi zimanê Kurdî xwendina xwe didomîne, lê Xelîl ji ber rewşa hevalên xwe ku di hindur Efrînê de mane xemgîn û bi fikar e.

Ew dibêje ku serdestên li herêmê anku artêşa Tirk û komên çekdar perwerdeya bi zimanê Kurdî qedexe kirine: “Rewşa hevalên me pir dijawar e, divê ew azad bibin, em jî di demek nêz de vegerin Efrînê, jîyana xwe ya berê, dîsa li dibistanên xwe bi Kurdî bixwînin”.

Xelîl piştî ji Efrînê hatiye koçber kirin, pirtûkek jî nivîsandiye, serenava pirtûkê (Rastîya Efrînê) ye, tê de xweza û dîroka Efrînê weke çawa wî jîyan kiriye, herwiha hestên rojên şer jî nivîsandine.

Xelîl ku niha mijûlî nivîsandina kurteçîrokan dibe, nêrîna xwe dor girîngîya nivîsînê wiha parve dike.

“Min xwest em hestên xwe bighînin cîhanê, çawa gelekî bindest ewqas sal li ber xwe dide. Em jî xwedî çand û ziman in, herwiha xwedan welat in, lê welatê me îro hatiye parve kirin. Em kok vê yekê qebûl nakin û dixwazin bi azadî bi zimanê xwe bijîn”.

Nivîskarê biçûk ku hezkirê zimanê Kurdî ye, di roja Cejna Zimanê Kurdî de banga parastina zimên dike û ji Kurdan dixwaze ku xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin.

Wî di dawîyê de xwest nameya xwe wiha bighîne: “Banga min ji Kurdan re, ji zimanê xwe yê dayîkê fedî nekin, ziman hebûna mirov e, bila nebijên Erebî yan Tirkî li pêş e, em bi zimanê xwe dewlemend in û pê serbilind in û heya ji me bê emê biparêzin”.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku zarokên Kurd di serdema Rêvebirîya Xweser de bi zimanê Kurdî fêr dibûn, lê berî wê rejîma Sûrî bi dehan sal derbaz bûn fişar danîbûn ser ziman, çand û hunera Kurdî.

Lê, li Efrînê îro rewş ji wê dema rejîmê xirabtir bûye jiber kuli gor jêderên xwecîhî Tirkîyê û çekdarên bin kotrola wê nasnameya herêmê ya Kurdî dikin armanc.

NR_05_15_2020_Cejna_Zimanê_Kurdî.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:04 0:00

XS
SM
MD
LG