Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saûdî Biryara Sêdaredana 5 Tawanbarên Kuştina Xaşiqcî Dide


Cemal Xaşiqcî
Cemal Xaşiqcî

Desthilatdarîya Erebistana Saûdî roja Duşemê girêdayî kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî biryara sêdaredana 5 kesan û zîndankirina 3 kesên din da.

Dadgeha Saûdî biryara serbest kirina cîgirê serokê Îstîxbarata Saûdî yê berê Ahmed Al U'seyrî da û Saûd Al Qahtanî şêwirmendê nêzîkî Prensê Cîgir Mihemed Bîn Salman bêtawan derxist.

Serdozgerîya giştî ya Erebistana Saûdî di daxûyanî û pres konferansekê de roja Duşemê ragihand ku kuştina rojnamevan Xaşiqcî li avahiyê konsulxana Saûdî li Stenbolê sala bûrî bi niyeta pêşwext ya kuştinê pêk nehatîye.

Daxûyanî herwiha dide zanîn ku dadgeha sizaya tawanan li Riyaz ragihandîye ku biryara dadgehê dikare bihê red kirin.

Xaşiqçî kesayetiyê naskirî û rojnamevanê Saûdî di Washington Postê de gelek caran rexne li Prensê Cîgir Mihemed Bîn Salman kirîbûn, lê ew sala par li konsulxaneya Erebsitanan Saûdî li Stenbol hat kuştin û şêwîrmendê nêzîk yê Presnê Cîgir û serokê berê yê Îstîxbarata Saûdî bi tawana kuştinê hatbûn tawanbar kirin.

Amerîka daxwaz çend caran ji Erebistana Saûdî xwest ku dadgeheke bêalî û dadwerane derbarê kuştina Xaşiqcî encam bide.

Kuştina Xaşiqcî bûbû sedema nerazîbûn û şermezarkirinê ji aliyê civaka navnetewî de.

XS
SM
MD
LG