Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamineyî roja Şemiyê soz da ku ew ê li hember êrîşên Îsraîlê û Amerîka yên li dij Tehran û komên ku ew piştgirîya wê dike li herêmê bersivê bidin.
Xamineyî di axaftina xwe ya li gel xwendekaran de li Tehran got, "Dijmin hem Amerîka û hem jî Rejîma Siyonîst divê bizanibin ku teqez dê bersiva didan şikandinê li hember kiryarên ku li dijî Îranê, gelê Îranê û eniya berxwedanê dikin, werbigirin.".
Xamineyî di axaftina xwe de amaje bi hevbendiya komên çekdar yên bi piştgirîya Tehranê kir ku pêkhatîne ji serhildayên Hûsî yên Yemenê, tevgera Hizbullah li Lubnanê û Hamasê.
Li herêmê aloziyan li destpûêka Cotmeha sala borî destpêkirin, dema ku milîtanên Hamasê ku li Amerîka û hin welatan di lîsta terorê de ye dema ku êrîş bir ser Îsraîlê û herî kêm 1200 kes hatin kuştin û nêzî 250 kes jî weke rehîne bi xwe re revandin Gaza.
Piştî şerê Îsraîl û Hamasê li Gaza destpêkir komên çekdar yên bi piştevaniya Îranê yên weke Hizbullah û komên alîgirên Îranê yên din ji Iraq û Sûriyê ketine nav şer û pevçûnên li herêmê.
Di 26'ê cotmehê de, Îsraîlê êrîşên esmanî li ser cihên leşkerî li Îranê pêk anîbûn weke bersivekê li hember êrîşa Tehranê ya 1ê Cotmehê li ser Îsraîlê, ku bi xwe jî tolhildana kuştina serkirdeyên çekdarên ku Îran piştgirîya wan dike û fermandarekî Pasdarên Şoreşê.
Di êrîşê de herî kêm çar leşker hatin kuştin, ku Îranê got ku "zrarek sînordar" gihiştîye sistema radarê. Medyaya Îranê ragihand ku sivîlek jî hatiye kuştin.
Xamineyî di axaftina xwe de serxweşî li leşkerên kuştî kir û got ku hewldanên wan li hember Îsraîlê dê neyê jibîrkirin.
Xamineyî got ku Îran "bê guman her tiştê ku divê were kirin ji bo amadekirina gelê Îranê dike, çi di warê leşkerî, çi di warê çekan de, çi di warê xebata siyasî de", bêyî ku hûrgulî bide.
Her wiha roja Şemiyê, berdevkê Pasdarên Şoreşê Alî Muhammed Na'yînî got ku Îran dê bi "biryar" bersiva Îsraîlê bide.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Na'yînî got, "Dijmin divê bizane ku ew nikare tu xirabiyê bike (ya ku ew dixwaze); bê guman dê li hember xirabiya xwe bersivek tund werbigire," Alî Muhammed Na'yînî got.
Jêder
Ji bo ku Îran bersiva êrîşa 26'ê Cotmehê bide Îsraîlê hişyarî dabû wî wealtî.
Amerîka roja Îniyê şandina alav û pêdiviyên leşkerî yên din ji bo Rojhilata Navîn ragihand, di nav de wêrankerên berevaniya mûşekên balîstîk û firokeyên bombebavêj B-52, ku wek hişyariyek ji Iranranê re ye, di demekî de ku Îran û Îsraîl gefên bersivdana êrîşên li dij hev didomînin.
Jêder: Reuters/AFP