Li Tirkîyê Dadwerîya Sulh a Gumûşhanê, li ser lêkolîn û daxwaza leşkerîyê derheqa 69 hesabên X’ê de bîryara asteng kirinê da. Leşkerî ya Gumuşhanê ji dadwarîyê re dîyar kiriye ku 69 hesabên X’ê “Propaganda rêxistina terorî” kirine û divê ew bo “Ewlehîya neteweyî û parastina rêkûpêka giştî” werin asteng kirin.
Dadwerîyê jî daxwaza leşkerîyê yêkser anîye cîh û derheqê 69 hesabên X’ê de ku di nava de sîyasetvanên, muxalif, rojnamevanên Kurd û nivîskar jî heyî, asteng kir. Yêk ji van hesabên X’ê ya sîyasetvanê navdar Ertugrul Kurkçu ye ku ew Serokê Rûmetê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ye. Kurkçu dibêje ku ev ne bîryara dadwerîyê ye, ev yêk ser bîryara leşkerîyê ye û bi vê yêkê qanûn hatine binpêkirin.
“Em nizanin ku çawa Serleşkerîya Gumuşhanê xwe gihandîye vê bîryarê. Lê em dizanin ku li gor bîryara Dadgeha Qanûnî a Bingehîn (AYM) ya di 2020’an de leşker û polîs bi serê xwe nikarin li ser medya civakî dewerîyê pêk bînin û xwe gihînin agahîyên şexsî. Lê tevî ku ev yêk nepêyvîra leşkerî ye jî dadwerîyê yêk ser serlêdana leşkerîyê qebul kirîye û negotîye ku ‘hûn nikarin bi vê daxwazê werin cem min’ û ‘tenê dozger dikare vê daxwazê ji min bike’. Di vê derê de em dibînin ku dadwer ketîye bin, fermana leşkerîye. Di vî warî de em helwesta giştî ya Fermandarîya Giştî a Leşkerîyê û Wezareta Karê Naxweyî nizanin lê em dizanin ku ew ji bo tune hesibandina bîryarên AYM nêzîk in. Hemî bûyerên dawî ji min re dibêje ku JİTEM carek din derdikeve.” Kurkçu got.
Lê dadwerîyê jî di girteka bîryara xwe de parastîye ku wan li ser zagona jimara 5651 ku tekoşîna li dijî sûçên bi rêya weşanên li ser înternetê, ev bîryara wergirtiye. Lê Kurkçu dibêje ku ji bîlî tawanên leşkerîyê çî agahî an jî çî delîl di girteka bîryara dadwerîyê de tune û bi vî rengî wek qanûnî jî mafek wiha yê dadwerîyê tune. Kurkçu dibêje ku di bîryarê de yêk suçek jî nehatiye rewa kirin û ew dibînin ku li gor şiloveya leşkerîyê ev bîyare hatiye dayîn.
Li Wanê Xebatkara Jinnewsê Rojnamevan Oznur Deger ku derheqê hesaba wê de jî bîryara asteng kirinê hatiye dayîn, dibêje ku ger ku di parvekirinên wê yên ser X’ê propaganda rêxistinê heba, destpêkê serdozgerî da derheqê wê de lêpirsin bide destpê kirin û dadgeh jî da wê ceza bike, lê ev îdiayên ku dadwerî wan pê tawanbar dike bêbingehe.
“Dema em lê dinêrin bîryarek keyfî ye. Ez li wê qadê nexebitîme ku min şopîne an jî darizîne. Ev ne bîryarek hiqûqîye. Parve kirinên rojnamevanekê çine? Parvekirina nûçe û agahdar kirine ye. Yanî tiştên ku diqewimin em xwerû tînin ber civakê. Ez dixwazim vê jî bêjim ku berya du salan li ser hesabên min yên civakî lêpirsîn hatibû destpê kirin û dozger û dadgehê bîryar dabû ku ev parve kirinên min ne propagandane. Lê îro dadgehek cuda li ser heman parve kirinên min bîryarek cuda dide. Ev jî nakokîya dadê bi xwe dide nîşandan.”
Ji alîyê din ve Serokomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan di vekirina “Xelatên 7an a Medyaya Anadoluyê” de ser azadîya ragihandinê dîyar kiribû ku li gor salên borî li welatê wan di warê ragihandinê de azadtir e.
“Di 2023’an de rojnamevanên Tirkîyê li gor salên 90'î, 70'î, 80'î zêdetir azad û serbestin. Li ber çavê gel xwedî rûmet in. Her kes çî bixwaze dikare binivîse, bibêje, îfade bike.” Erdogan got.
Lê li gor rapora Komela Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) di sala 2023’an de li Tirkîyê 219 hezar 59 navnîşanên (URL) malperên înternetê hatine asteng kirin. Hevseroka MLSA Bariş Altunbaş got ku ew bi bîryara astengkirina 69 hesabên X’ê matmayî nemane jiber ku ev demek dirêj e hikûmeta Tirkîyê li hember rojnamevan û dezgehên ragihandinê van astengan pêk tîne.
“Demek dirêj e ku hikûmet hewil dide înternetê û medya civakî hilda bin kontrola xwe. Bi vê yêke hemî rêbazan bikar tîne, dixwaza zextê ser medya civakî zêde bike. Dîyare ku Dadwerîya Sulh a Gumûşhanê herî zêde sîyasetvanên Kurd û rojnamevan armanç girtiye. Di nav de hesaba rojnama Yenî Yaşam û endama MLSA’ê ya Dîyarbekirê rojnamevan Denîz Tekîn jî heye ku ew jî bi heman îdiayan tê suçdar kirin. Em hatine serdemek we ku bi destê dadwerîya sulhê, dema dixwazin dikarin pir lezûbez bi her cûreyê nûçeyê asteng bikin. Muhaxalîfên ku dengê wan zêde dibin, bi taybet jî rojnamevanên Kurd rastî van pêkutîyan tên.”
Rojnamevan Deger got ku ew heya niha gelek çaran rastî girtin, eşkence, lêpirsîn û darizndinan hatine û bi vê rewşê tenê karê ragihandinê nayê asteng kirin, herwiha mafê gel yê xwe gihandina nûçeyên rast jî tê asteng kirin.
“Her ku zext û zordarîyên dewletên girantir dibe êrîşî ser rojnamevanan dikin. Belê rêbazên wan diguherin û bi dem ve girêdayî ye. Carnan bi êrîşên hovane tên ser rojnamevanan, carnan bi vî rengî. Her ku diçe medyaya cîvakî jî berfireh tir dibe. Dixwazin ku me asteg bikin ku gel nikaribe xwe gihîne agahîyên rast.
Deger da zanîn ku ew dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bide.
Sîyasetvan Kurkçu dide zanîn ku ew wan hesabên hatine asteng kirin yêkûyêk nas nakem û armanca sereke ya leşkerîyê çîye ew nizane.
“Dibe ku ev hesabên hatine asteng kirî, di alîyê pirgirêka Kurd de nêrîna wan ji ya fermî (hikûmetê) cûda be. Ez wek pêşbîn dikarim bêjim ku hikûmet dizane ev hesabên ku ji rojnamevan û sîyasetvanên netewî û navnetewî pêk tên, êrîşên nû yên nerewa yên ser Kurda dê bipirs in û jiber wê hatine asteng kirin.”
Kurkçu herî dawî derheqê rêvebirîya platforma medya civakî X’ê de jî axift û got ku ew dixaze sekna nûnerê X’ê yê Tirkîyê jî bibîne; gelo ew wek adilane vê bîryarê dibînin an ne?
“Bêguman îtîraza me ya li hember vê bîryara bêdestûr û bêqanûnî bi rehetî nayê red kirin. Azadîya raman û ragihandinê ne tenê bo bikarhênerê medya civakî, herwiha bo plartformên wekî X’ê jî dê rojekê hewce bike. Emê binêrin gelo dê bibin şirîkê vê binpêkirinê an jî dê li hember bisekinin?”
Li gor rapora 2024an ya Rojnamevanên Bêsînor yên Navnetewî (RSF) di alîyê azadîya ragihandinê de Tirkîyê di nava 180 welatan de di rêza 158an de ye.