Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qutbûna Teknolojîya Cîhanî Bandorê li Firîn, Bank û Dezgehên Ragihandinê Dike


Bi qutbûna teknolojîya cîhanî îro Înê firîn sekinîn, sîstemên nexweşxane û bankan pûç bûn û weşanên medyayê rawestîn.

Vê qutbûna mezin bandor li xizmet û kompanîyên li seranserê cîhanê kir û nîşan da ku mirovahî çiqas girêdayî çêkerên teknolojîya cîhanî ye.

CrowdStrike, ku kompanîyeke ewlekarîya înternetê ye, ragihand ku kêşe ne jiber bûyereke ewlekarî yan êrîşeke înternetî ye û dîyar kir sererastkirin li rê ye.

Wê kompanîyê ragihand ku kêşe piştî ku li komputerên bi Microsoft Windows nûkirinên hatine belav kirin çêbûye.

Lê, çend saetan piştî tesbîtkirina kêşeyê jî alozîyê dewam kir û gur bû.

Jiber ku li vê demê, ku gelek kes jibo betlaneya havînê difirin, kompanîyên firînê xizmetên chek-in û rezervasyonê sekinadin, li firîngehên Amerîka, Ewrupa û Asya rêzên dirêj çêbûn.

Bandora qutbûnê li Austraîla jî hat dîtin ku li wî welatî sazîyên medyayê bi saetan ti weşan nekir.

Nexweşxane û ofîsên doktoran radigihînin ku di sîstemên randevuyan de problem çêbûne û bankên li Afrîqaya Başûr û New Zealandê jî dîyar dikin ku di sîstemên deyndanê de û li ser malperan û aplîkasyonan qutbûn çêbûne.

Hinek sporvan û temaşevanên jibo olîmpîyatan çûne Parîsê bi derengî gihiştine cîhên xwe, lê rêvebirên lîstikan dibêjin ku kêm kêşe çêbûne û ser firotina bilêtan û merasîma meşaleyê ti kêşe nehatiye dîtin.

DownDectector, ku kêşeyên karînerên înternetê dişopîne, ragihand ku bi qutbûnê li seranserê cîhanê bandor li firîngehan, li platformên kirîn firotinê û malperên magazayên onlayn bûye.

Ew qutbûn parçe bi parçe hatin dîtin û wisa xuya dibe ew ser karanîna yan nekaranîna xizmetên barkirina dijîtal yon Microsoftê bû.

Pisporê sîber James Bore dîyar kir ku qutbûn wê zarareke mezin çêke û got ku ew êdî nikarin wan sîsteman bi kar bînin ku ku wan pê bawer dikir ku ew dikarin di demên krîtîk de bi kar bînin.

Bore got ku nexweşxane wê jiber sîstemên randevuyê bi dijwarîyan re rûbirû bimînin û dîyar kir ku ew jiber ku sîstema nexweşxaneyê êdî ser teknolojîyê ye ewê gelek mirin çêbin.

Microsoft 365 ji X’ê ragihand ku kompanîya wan hewil dide ku bi sîstemên alternatîf bandora neyênî kêmtir bike û dîyar kir ku ew dibînin rewiş baştir dibe, lê wê ser daxwaza şirovekirina vê mijarê ti bersîv neda.

CrowdStrike bi rêka e-nameyê dîyar kir ku ew wan mişterîyan re bi awayekî aktîf dişixulin ku li ser komputerên xwe yên serekî careke tenê Windows nû kirine û bandoreke kêşeyeke tenê li ser wan çêbûye.

Wê kompanîyê dîyar kir ku ew dizanin ku ti bûyereke ewlekarî û êrîşa sîber çênebûye û da zanîn ku problem hatîye dîtin û hatiye sererastkirin.

Cîgirê Serokwezîrê New Zealandê David Seymour ji X’ê ragihand ku ew jibo dîtina bandorên potensîyel demûdest tevdigerin û dîyar kir ku wisa xuya dibe ku problema li seranserê cîhanê hatiye dîtin ne ji kêşeyeke ewlekarî ya sîber e.

Seymour dîyar kir ku jiber kêşeyê hêrsa gel û kompanîyan rabûye.

Îro Înê serê sibê li firîngehên derengketinên mezin hatine dîtin.

Li Amerîka kompanîyên wek Delta û Allegiant firînên xwe rawestandin.

Bi qutbûnê bandor li rêkên esmanî û rêkên trênê jî çêbû û rêwî bi awayekî demdirêj sekinîn.

Li Almanya, Swîsre, Macaristan, Îtalya û Tirkîyê jî bandor li firînan bû.

Kompanîya firînan ya Holandî KLM ragihand ku ew neçar maye gelek firînên xwe rawestîne.

Li Hindistan, Hong Kong û Taylandê jî rêwîyên gelek kompanîyên firînan mecbûr man ku check-in yên xwe bi awayekî manuel bikin.

Îsraîlê jî ragihand ku xizmetên wan yên nexweşxane û postexaneyan qut bûne.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG