Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Roja Cîhanî ya Dijî Xebitandina Zarokan E


Îro Roja Cîhanî ya Dijî Xebitandina Zarokan e. Ev roj her sal di 12’ê Hezîranê de tê pîroz kirin ku bal bikşîne ser rewşa zarokên ku neçar dimînin kar dikin.

Rêxistina Rêxistina Kar ya Navnetewî (ILO) ya Neteweyên Yekbûyî pêşengîya pîrozkirina wê rojê kir ku cîhanê ser rewşa zarokên karker serwext bike.

ILO xwest ku bi pîrozkirina wê rojê hewilên dijî xebitandina zarokan bi rê ve bibe ku mafê zarokan binpê dike û rê li ber pêşveçûna wan digire.

Sekreterê Gişyî yê NY Antonio Guterres jî li ser Twitterê bal kişand ser rewşa zarokên ku bi dara zorê tên xebitandin.

“Şerm e ku îro li seranser cîhanê 160 mîlyon zarok qurbanîyên xebitandina bi dara zorê ne. Ew hema hema 1 ji hemî 10 zarokên cîhanê ye. Di Roja Cîhanî ya Dijî Xebitandina Zarokan de divê em pêgirîya xwe jibo xurtkirina hewilên xwe nîşan bidin ku wê kiryara zîyandar bisekinînin û zarokan ji reftarên wiha yên xirab biparîzon.”

Li gor texmînên ILO di sala 2000’î de nêzî 246 mîlyon zarokên li seranserî cîhanê bi dara zorê dihatin xebitandin. Loma wê rêxistinê xwest ku bi rojeke wiha zarokan ji zîyanên fîzîkî, hişî û hêstîyarî ku bi xebitandina temanê biçûk çîdibe, biparêze.

Jiber wê armancê cara yekê de sala 2002’yan de Roja Cîhanî ya Dijî Xebitandina Zarokan hate pîroz kirin û ji hîngê heta niha ew roj jibo girîngîdana mafê zarokan û pêşîgirtina xebitandina zarokan tê zindî kirin.

Pisporên mafê zarokan geşbîn in ku bi xêra wê rojê pirsgirêka zarokên karker û bi giştî rewşa zarokên ku bona armancên xirab tên xebitandin pirtir ketiye rojeva cîhanê û ew jî dibe alîkar ku rêxistinên curbicur û hikûmetên cîhanê li ser wî babetê pirtir gavan bavêjin.

XS
SM
MD
LG