Çekdarên Talîbanê roja Şemiyê li xwepêşanderên jin xistin û gule berdan hewayê dema ku wan bi tundî xwepêşandana kêmdîtî li paytextê Afganîstanê belav kir, çend roj berê yekemîn salvegera desthilata Îslamiyên tundrew.
Ji dema ku Talîbanê di 15ê Tebaxa sala borî de kontrol bi dest xistî, destkeftiyên kêm yên jinan paşde xistin ku di bîst salên hebûna Amerîkayê li Afganîstanê da hatibûn destxistin.
Peyamnêrê AFP ragihand ku nêzîkî 40 jin bi dirûşmên "nan, kar û azadî" li ber avahiya wezareta perwerdeyê li Kabulê meşiyan, berî ku çekdar wan belav bikin bi guleyên ku wan berdaye heway.
Hin xwepêşanderên jin yên ku xwe spartibûn dikanên derdorê ji aliyê çekdarên Talîbanê ve hatin şopandin û bi destikên çekên xwe li wan dan.
Xwepêşanderan pankarta bi nivîsa "15'ê Tebaxê roja reş e" hilgirtin û mafê kar û xebata siyasî xwestin.
Bi deh hezaran keç ji dibistanên navîn hatine derxistin, di heman demê de jin ji vegera gelek karên hikûmetê hatine qedexekirin.
Her wiha ji bo jinan rêwîtiya bi tena serê xwe di rêwîtiyên dirêj de jî qedexe ye û tenê di rojên ji mêran cuda de dikarin biçin baxçe û parkên giştî yên li paytextê.
Çavkanî: AFP