Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wikipedia Dibêje Biryara Dadgeha Rûsî ya Ser Ragihandina Şerê Ukrayna Dijî Azadîya Ragihandinê Ye


Dîmeneke ji malpera Wikipedia (Arşîv)
Dîmeneke ji malpera Wikipedia (Arşîv)

Weqfa Wikimedia ya ku xwedîyê Wikipedia ye, îro Duşemê ragihand ku wê di 6'ê Hezîranê de serî li dadgeheke Moskowê daye ku biryara girêdayî awayê ragihandina derheqa êrîşa Rûsya ya ser Ukrayna betal bike.

Wikimedia di serîlêdana xwe gotara ku mafê mirovan heye ku rastî yên şer bizanibin, derxist pêş û got ku rakirina naveroka nûçeyan binpêkirina mafên mirovan e.

Weqfê her wiha ragihand ku ti serwerîya hiqûqa Rûsî li ser Weqfa Wikimedia, ku li seranserê cîhanê bi zêdetirî 300 zimanan weşanan dike, tuneye.

Dadgeheke Moskowê 5 mîlyon ruble (88 hezar dolar) ceza li Weqfa Wikimedia birî, jiber redkirina rakirina raghinadinên bi zimanê Rûsî yên di derbarê şer de ku li ser malpera Wikipedia hatibûn weşandin.

Dadgeha Rûsî hin ragihandinên ser malpera Wikipedia wek dezenformasyon yan ragihandina derew bi nav kiribû.

Di nav ragihandinan de nivîsên wek “Dagirkerîya Rûsya ya li Ukrayna ”, “Tawanên Şer yên di Dema Dagirkirina Rûsya ya li Ukrayna de” û “Komkujî ya li Bucha” hene.

"Ev biryar dixwaze ku zanyarîyên bi çavkanîyên baş û piştrastkirî yên ser Wikipedia, dema ku ne li gor berjwendîya hikûmeta Rûsî be, wek dezenformasyonê nîşan bide. Hikûmeta Rûsî agahdarîyê ku bo jîyana mirovan di demek krîzê de girîng armanc dike," şêwirmendê giştî yê Weqfa Wikimedia Stephen LaPorte got.

Wî ji dadgehê daxwaz kir ku bo mafê hemwelatîyan yê giheştina ragihandinê û azadîya ramanê jinûve binirxîne.

Dadgeha Moskowê ragihand ku wê sedema cezayê wek 'dezenformasyona ser malpera Wikipedia' bi nav kir û got ku ew nivîsana bo nîzama giştî ya li Rûsya xeterîyê ava dikin.

Navenda Giştî ya Weqfa Wikimedia li bajarê San Francisco, California ya Amerîka ye û nivîsên Wîkîpedia ji alîyê dilxwazan ve têne nivîsîn û rast kirin.

XS
SM
MD
LG