Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sedemên Êrîşên Dawî yên Dijî Pênaberên Sûrî li Tirkîyê Çi  Ne?


Di êrîşên dijî Sûrîyan ya li bajarê Kayserî de gelek dikan û milkên pênaxwazan di 1 Tîrmehê de hatibûn şewitandin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya îro Sêşemê ragihand ku ew kes hatiye zindan kirin û di bûyeran de jî 474 kes hatine binçav kirin.

Bandora vê bûyerê li deverên din yên Tirkîyê belav bû û pênaberên Sûrî ku li Tirkîyê dijîn ketin nav fikaran. Lê, di demeke kin de li Sûrîyê jî li hemberî wan êrîşan bertek hatin nîşandan.

Pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan, vê yekê jibo gelê Tirkîyê wek li dijî penaberan peqîna hêrsbûnê dîyar dike.

Oytun Orhan
Oytun Orhan

“Di bingeha van êrîşan de li dijî pênaberan hêrseke mezin cî digire. Çalakîyên ku li Tirkîyê çêbûn, li Sûrîyê jî bû sedama bertêkan. Berê jî heman tişt çêbûn lê di demeke kin de hatin rawestandin. Heke ev bertêkan neyên rawestandin dibe ku encamên xirab pêk werin.”

Orhan bal dikşîne ku bûyerên ku diqewimîn wek helwesta tevahîya gelên Tirkîyê û Sûrîyê dîyar nakin.

Serokê Navenda Lêkolînên Koçberî û Penaxwazîyê (ÎGAM) Metîn Çorabatir bûyerên berdewam weke fikareke mezin dibîne.

“Bi rastî me pêşbînîya bûyerên wiha dikir. Ger ev bûyer berdewam bikin, heman bûyerên din jî çêbin. Li hemberî penaberan bi awayekî gur gotinên nefretê belav dibin. Ev jî ji tundîya li kolanan re rê vedike. Bûyera Kayserî wek destdirêjîyeke pêk hat. Heke li vê derê xeletîyek were kirin pêkan e ku li dijî Sûrîyan bibe helmeteke lînçkirinê û ew jî neheqîyeke mezin e.”

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî tundîyan got ku sedama wan êrîşan zimanê opozîsyonê yê bi jahrîn e û tundî û zararên nayn pejirandin.

Kordînatora Giştî ya Komela Cîhan Mala Me Ye Burçak Sel van êrîşan bi zêdebûna netewperestîyê ve girêdide.

Burçak Sel
Burçak Sel

“Sedema tundî û tûjîya li Kayserî kurbûna krîza aborî û bilindbûna nîjadperestî ye. Ev jî fikareke pir mezin di nav civakê de belav dike. Dema krîza aborî neyê çaraser kirin, girseyên tengav hêrsa xwe penaxwazên bîyanî derdixin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku di demên dawî de jibo normalkirina peywendîyên dualî peyamên germ ji hêla Serokê Sûrîyê Beşar Esad û yê Tirkîyê Erdogan tên dayîn û ew jî hem li Tirkîyê hem jî li Sûrîyê te rexne kirin.

Raporta Eyyup Demîr_2_7_2024
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:23 0:00
XS
SM
MD
LG