Tîma pisporan ya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) îro Înê li Wuhan ya Hubei ya li Çînê dest bi lêkolînên li qadê yên ser vîrusa korona dike.
Ew tîm piştî karantîna du hefteyî bi karbidestên Çînê re jî kom bû.
WHO ragihand ku lêkolînên li qadê dê çend hefteyan bidomin û tîma wan dê serdana bazara ajalên sax, ku wek cîhê pêketinên pêşî yên vîrusa korona tê zanîn, bike.
Tîma WHO dê serdana Laboratuvara Vîrolojî ya Wuhanê jî bike ku li gor hin îdiayên vîrus li wir bi destê însanan hatiye çêkirin.
Vîrusa korona di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhanê hatibû dîtin û mirina pêşî ya ji wê vîrusê di serê sala 2020’an de çêbûbû.