Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bang li ciwanan kir ku dijî gefên vîrusa korona hişyar bin.
Seroke WHO’yê Adhanom Ghebreyesus dîyar kir ku ciwan jî dikarin bi vîrusê nexweş bikevin û bimirin.
Ghebreyesus di preskonferansa li Cenevrê de got ku ‘’Ciwan ne nemir in’’
Li gor daneyên dawî yên WHO’yê, vîrusa korona ya bi navê Covid-19 li seranserê cîhanê 8778 kes kuştine û piranîya wan kal û pîr in.
Ew vîrusa ku di Berfanbara borî de li Çînê derketibû, ketiye canê 209,839 kesan.