Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Derbarê Zêdebûna Êrîşan Hember Nexweşxaneyan li Ukraynayê Hişyarî Dide


UKRAINE-RUSSIA-CONFLICT
UKRAINE-RUSSIA-CONFLICT

Rêxistina Saxlamî ya Cîhanê (WHO) îro Sêşemê got ku di rojên dawî de êrîş ser nexweşxane, ambulans û navendên din yên saxlemîyê li Ukrayna zêde bûne.

WHO hişyarî dide ku pêdivîyên bijîşkî yên girîng li Ukrayna êdî kêm dibin.

WHO do Duşemê piştrast kir ku bi kêmî neh kes di 16 êrîşên ser navendên lênêrîna saxlemîyê de ji destpêka dagîrkirina Rûsya ya Ukraynayê hatine kuştin.

Rûsya di 24ê Sibatê de dest bi operasyonên xwe yên leşkerî kiribû, lê ajansê dîyar nekir kî li dû van êrîşên ser navendên saxlemîyê bû.

Logoya WHO.
Logoya WHO.

“Emê van hejmaran bi berdewamî nû bikin. Ew di çend rojên dawî de pir zêde bûne,” Catherin Smallwood, berpirsa rewşa awarte ya WHO'yê li Ewrupa di preskonferansekê de got.

Li gor Hans Kluge, rêvebirê herêmî ya WHO li Ewrupayê, rêxistina wî dixebite ku bi lezûbez pêdivîyên bijîşkî bigihîne Ukraynayê, jiber ku oksejîn, însulîn, kelûperên parastina kesane, alavên neştegerîyê û berhemên xwînê kêm bûne.

Wî da zanîn ku gihandina okjesînê û vaksînên felcbûna zarokan û alîkarîya saxlemîya derûnî jibo herêmê di serê lîsteyê de ne.

Navenda Ewrupî ya Pêşîgirtin û Kontrolkirina Nexweşîyan (ECDC) jî di daxuyanîyekê de got ku welatên derdora Ukraynayê ewên ku penaberên Ukraynî li wir dimînin, divê wan penaberan têxin nav programên wergirtina vaksînên dijî hejmareke nexweşîyan.

Divê ew vaksînkirina dijî COVID-19 û sorik û felcbûnê bikin erka xwe ya serekî, ECDC di daxuyanîyekê de got.

XS
SM
MD
LG