Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ewê jî destpêka sala bê 2024an de, alîkarîyên xwarinê li seranserî Sûrîyê bi dawî bîke.
Bernameyê bi daxuyanîyekê sedema vê biryara xwe vegerand kêmbûna perepêdana pêdivî jîbo karê wan, herwiha dîyar kir ku alîkarîyên xwarinê wê tenê jîbo rewşên awarte û felaketan bidomin.
Hevserokê Kargêrîya Karûbarên Rêxistinan dî Rêvebîrîya Xweser de Nacî Hîbo da zanîn ku biryara Bernameya Xwarinê ya Cîhanî wê bandorê li herêmên Bakur û Rojhilata Sûrîyê bîke.
Hibo got ku tevî alîkarîyên NY kêm digihejin Bakur û Rojhilata Sûrîyê, lê dîsa jî roleke wan ya erênî heye ku krîza mirovahî kûrtir nebe.
“Bîdawîkirîna alîkarîyên WFP dê bandoreke neyînî li herêmê bîke, bi taybetî li ser derbideran û li kampan. Herwiha kanînên Rêvebîrîya Xweser sînordar in ku şûna wan alîkarîyan dagîre, loma em bang li rêxistinên mirovahî dikin ku destekê bidin herêmê”.
Hêjayî bîbîrxîstînê ye ku jî sala 2020an ve, anku piştî girtina dergehê Til Koçer bi vetoya Rûsî dî Civata Ewlekarîyê de, alîkarîyên mirovahî yên ajansên NY ji ser sînor re derbazî Bakurê Rojhilata Sûrîyê nabin, lê tenê bi rêya rejîma Sûrî û rêxistinên erêkirî digiheştîn herêmê.
Berpîrsê Têkîlîyan dî Rêxistina Pêl ya Sîvîl de Heysem Heskî dîbêje ku Bernameya Xwarinê ya Cîhanî tenê hîn deverên destnîşankirî li bakurê rojhilata Sûrîyê digirtin nav karê xwe, weke kampa Holê, lê bi mîlyonan rûnîştvanên herêmê jî alîkarîyên vê bernameyê bê par mabûn.
Heskî li ser rewşa mirovahî li herêmê dîyar dîke ku jiber krîza aborî li Sûrîyê û daketina nîrxê lîraya Sûrî, herwiha zararên li çandînîyê û bi taybetî dexlûdanan çêbûne, derfetên kirînê yên hemwelatîyan têk çûne.
“Dî nava vê rewşê de û pîştî bombebarana bînesazîya enerjî re anku petrol û elketrîkê jî alîyê Tirkîyê ve, barekî gîrantir li ser Rêvebîrîya Xweser çêdîbe li beramberî bîcîhanîna projeyên geşedanê”.
Tê zanîn ku WFP jî destpêka şerê li Sûrîyê sala 2011'an de alîkarîyan li vî welatî pêşkêş dîke. Li gor daneyên WFP, wê rêxistinê bi mîlyaran dolar jîbo van alîkarîyan xerc kirîne.
WFP di meha Tîrmehê de alîkarî kêm kiribûn û hejmara 5 mîlyon û 500 hezar kes ku alîkarî werdigirtin, daketibû 3 mîlyon û 200 hezar kesan.
Heskî xema xwe dîyar dike ku encamên rawestandina alîkarîyan bi tevahî wê kûr û firehtir bin.
“Biryara bîdawikirina alîkarîyan wê zehmetkêşîyên bi mîlyonan merivên vî welatî, bi taybetî derbideran zêde bike çimkî wan xwe dispart van alîkarîyan. Herwiha ev biryar wê bandorê li ser xebatên saxbûna zûdemî, geşedan û avakirina aştîyê jî bike ku rêxistinên çalak jî destpêka şer de pê radibin.”
Hêjayî gotinê ye ku li gor daneyên NY jî sedî 90 rûniştvanên Sûrîyê di bin asta hejarîyê de dijîn û nizimbûna nirxê dirava Sûrî û xirabtirbûna aborîya welêt pirtir jî 12 mîlyon Sûrî bi nebûna ewlekarîya xwarinê re rûbirû ne.