Karbidestekî Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) îro Sêşemê hişyarî da ku jiber şertên şênîbar li sitargehên awarte û daxistina nexweşxaneyan ya jiber derketina doktoran ji Lubnanê xeterîya nexweşîyên belavker xurt dibe.
Rêvebirê WHO li Lubnanê Ian Clarke got ku ew rûbirûyê rewşekê ne ku metirsîyeke mezin ya derketina nexweşîyên curbicur heye.
“Nexweşîyên wek zikçûna dijwar, hepatît A û hejmareke nexweşîyên ku pêşîya wan bi vaksînan tên girtin dikarin derkvin,” Clarke bi rêka vîdyoyê ji rojnamevanan re got.
Wî bi bîr xist ku WHO berê jî hişyarî daye ku sîstema saxlemîyê di bin barekî gelek giran de maye û heta niha pênc nexweşxaneyên li Lubnanê girtî ne û çar tenê bi beşkî di xebatê de ne.
Clarke herwiha da zanîn ku nexweşxane jiber kêmahîya karmendên saxlemîyê hatine girtin, carna jiber ku ew ji şer direvin, carna jî karbidestan ji wan dixwazin ku ji welêt derkevin.
Di heman civînê de, rêvebirê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) Matthew Hollingworth jî xema xwe dîyar kir ku peydakirina xwarin li Lubnanê pirsgirekeke mezin e.
“Bi hezaran hektar ji zevîyên çandinîyê li seranserê başûrê welêt di nav zêdebûna şer de yan şewitîne yan jî hatine berdan. Ji hêla çandinî û ji hêla hilberîna xwarinê ve, fikarên mezin hene ku Lubnan wê bikanibe xwarinê ji hemwelatîyan re peyda bike."
Hollingworth herwiha da zanîn ku jiber çerê berdewam berhevkirina berheman wê çênebe û berhem wê li ser axê birîzin.
Hêjayî balkişandinê ye ku di pevçûnên salekê yên bi Hizbullahê ya bi piştgirîya Îranê de pirtir jî 1,000 kes hatine kuştin ku piranîya wan di du hefteyên borî de çêbûne û operasyonên bejayî yên Îsrîalê li başûrê rojavayê Lubnanê rewşa aloz hin xirabtir kiriye.
Jêder: Reuters