Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Dibêje Derxistina Nexweşên Giran ji Nexweşxaneya Şîfa li Gaza Ne Pêkan E


Karmendên WHO li Gaza (Arşîv)
Karmendên WHO li Gaza (Arşîv)

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) îro Sêşemê dubare kir ku veguhestina nexweşên giran ji nexweşxaneya El- Şîfa ya li Gaza, erkekê ne pêkan e.

"Em nikarin nexweşxaneyan li nexweşxanê derxînin jiber ku rewşa wan pir giran e. Loma veguhestina wan karekî ne pêkan e," berdevika WHO Dr. Margaret Harris li Cenevre ji rojnamevanan re got.

Dr. Harris herwiha dîyar kir ku daxwaza veguhestina nexweşan ji doktor û hemşîreyan, bi zanabûna ku wê wan bikuje, nayê qebûl kirin.

Karbidestên Filîstînî dibêjin ku heya niha zêdetirî 11 hezar Filîstînî di êrîşên Îsraîlê de li Gaza hatine kuştin ku % 40 ji wan zarok in.

Karbidestên Filîstînî herwiha dibêjin ku di bin kavilan de gelek mirov mane.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG