Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî Dibêje Tevî Êrîşan, Ew bi Îranê re Şer Naxwaze


Berdevikê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî John Kirby got ku Amerîka bi Îranê yan li Rojhilata Navîn şer naxwaze, lê êrîşên ku êvara Înê destpê kirin, wê îşev bi dawî nebin.

Kirby got ku armancên lêxistî jibo pêşîgirtina kuştin yan birîndarkirina sivîlan bi baldarî hatine bijartin û ew êrîş li gor îstixbarata destê wan ya piştrastkirî hatine kirin ku ew armanc bi êrîşa dijî hêzên Amerîkî peywendîdar in.

Kirby da zanîn ku hikûmeta Îraqê berî êrîşan hatiye agahdar kirin.

Fermandarîya Navendî ya Hêzên Amerîkî (CENTCOM) îro ragihandibû ku hêzên Amerîkî dijî 85 armancên Îranê yên li nava Îraq û Sûrîyê wê êrîşên esmanî li dar xistin.

CENTCOM ragihand ku êrîşên tolhildanê di demjimêr 4ê bi dema Washingtonê destpê kirin û hedefên Hêza Quds ya Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê hatin lêxistin.

CENTCOM da zanîn ku jimareke firok di êrîşên esmanî de cîh girtin û di nava wan de ku firokên bombevan yên menzîldirêj hî hebûn ku ji Amerîka bi rê ketibûn û pirtir jî 125 şîlahên baldar ku yekser li armancln dîyarkirî dixin, hatin xebitandin.

Serokê Amerîka Joe Biden piştî êrîşên tolhilder yên CENTCOM yên li Îraq û Sûrîyê got ku hêzên Amerîkî bi fermana wî li armancên Pasdarên Şoreşa Îranê û milîsên ku piştgiriyê didin wan li Îraq û Sûrîyê xistin.

Biden got ku êrîşên ku îro destpê kirin û li cîh û demên ku ewê bibijêrin wê bidomin û her kesê ku zararê bide Amerîkîyekî wê bê ceza nemîne.

Serok Biden bal kişand ku ew ne li Rojhilata Navîn û ne jî li cîhekî din pevçûnê naxwazin. Wî hişyarî da ku her kesê ku zararê bide Amerîkîyan dê werin ceza kirin.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin jî piştî êrîşên tolhilder yên Amerîkî got ku ev êrîş tenê destpêka bersîvdana wan e.

Austin bi berdewamî got ku piştî fermana Serok Biden Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê û milîsên bin kontrola wan jiber êrîşên xwe yên dijî hêzên Amerîkî û yên Koalîsyonê haton ceza kirin.

Austin jî dîyar kir ku bersîvdana Amerîka wê li gor dem û cîhên ku ewê bibijêrin pêk were.

Hêjayî bîrxisintinê ye ku Washington ser êrîşa dawî ya hember hêzên Amerîkî li Urdunê, ku 3 leşker kuştibûn û pirtir ji 40 kes jî birîndar kiribûn, çekdarên bi piştgirîya Îranê tawanbar dike.

Lê, Tehranê Sêşemê red kiribû ku ti peywendîya Îranê bi êrîşa dijî hêzên Amerîkî yên li bakurê rojhilata Urdunê heye.

XS
SM
MD
LG